Jinên Şengalê: Divê demek ji ya din zûtir PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin 

Jinên Şengalê diyarkirin ku ên ku dema fermanê bi hewara wan hatin, şervanên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bûn, ji bo wê divê demek ji ya din zûtir PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin.

https://www.youtube.com/watch?v=cpmyQPvhBoA

28 siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin û ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin di Mijdara 2021’an de dest bi kampanyayê kirin.

Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Žižek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Însiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir. Kampanya li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê dewam dike, piştgirî roj bi roj zêde dibe.

Di serî de jin û ciwan, ji hemû gel û baweriyan beşdarî li kampanyayê dibin. Kesên tevlî kampanyayê dibin PKK’ê wekî tevgereke azadî û wekheviya cîhanî binav dikin û her wiha balê dikşînin ser têkoşîna gerîlayên PKK’ê ya li hemberî DAIŞ’ê û hêzên paşverû yên herêmê. Derbarê mijarê de jinên Şengalê ji ajansa me re axivîn.

Wedha Hisên ya xelkê Şengalê behsa girîngiya kampanyayê kir û got; “Ez yek ji kesên ku ferman jiyan kiriye. Wê demê ji bilî şervanên Rêber Apo tu kes bi mere ne bû alîkar. Wan me ji fermanê rizgarkirin. Kesên ku wan weke terorîst binav dikin, neheqiyê dikin. PKK Kurdistan û Şengal parastiye. Heya niha jî jinên êzidî ku di dest DAIŞ’ê de ne bi fikra Rêber Apo tên rizgarkirin. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

Jina ciwan bi navê Xalîda Hisên ku ji gundê Til Qesebe diyar kir ku PKK ne rêxsitinekî terorîste û wiha axivî; “PKK li Şengalê bi mere bû alîkar, li Mexmûrê jî wan kesên panaber xilaskirin. Îro jî çawa ku PKK’ê di 2014’an de me rizgar kir, niha divê em jî erka xwe ya hemberî PKK’ê bicihbînin.

Li Şengalê xwedîderketina kampanyaya îmzayan ya ji bo PKK’ê ji “lîsteya terorê” were derxistin di asteke bilind de hîn jî berdewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button