Mezlûm Ebdî êrişa li ser Şengalê şermezar kir

Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel re xwest ku di êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, peyameke li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Parvekirina Mezlûm Ebdî wiha: “Êrişa li dijî serokê rêveberiya Şengalê Merewan Bedel û zarokên wî dişbihe komkujiya li Qamişloyê ye.

Vekirina qada hawayî li pêşiya droneyên Tirkiyê ku çawa bixwaze sivîlan bike hedef dê bi xwe re komkujiyan pêk bîne. Civata navneteweyî berpirsê rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan e.

Serê malbata şehîd Merwan û gelê Êzidî sax be.”

ANHA

Show More
Back to top button