Xelkê Şengalê: Emê warê xwe ji bo wan vala nekin 

Xelkê Şengalê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, hevkariya Kazimî û PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bi tundî şermezarkirin û gotin; “Emê heya dawî piştgiriyê bidin şervanên xwe yên YBŞ, YJŞ û Asayîşa xwe. Dixwazin bi van êrişan peymana 9’ê Cotmehê bicih bikin, lê emê axa xwe ya pîroz bernedin û heya dawî li ber xwe bidin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê didomin, herî dawî balafirên şer yên dewleta Tirk di 1’ê Sibatê de nêzî 4 saet û nîvan, Şengalê bombebaran kir. Li aliyê din Iraq û Hewlêr peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê dide ferzkirin. Berxwedana Şengaliyan ya li hemberî êriş û peymana PDK’ê û Iraqê bê navber dewam dike. Şêniyên Şengalê derbarê êrişên dewletaTirk, hevkariya hikumeta Kazimî û ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê de, ji ajansa me re axivîn.

Destpêkê jina bi navê Suad Berekat axivî, Bereketa êrişên ser Şengalê şermezarkir û da zanîn ku dewleta Tirk raste rast civaka Êzidî dike hedef. Suad Berekat got ku çalakiyên wan ên ji bo piştgiriya bi YBŞ û YJŞ’ê re dewam dikin, wek sedem jî got; “Ji ber ku ewin hêza me, me bi xwe hêza xwe ya parastinê avakiriye. Lê rojane êrişî me dikin, bila Erdogan baş bizane, emê hertim piştgiriyê bidin hêza xwe ya YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşê. Wê ev êrişên bi piştgiriya PDK û Hikumeta Kazimî ti carî negihin armanca xwe, emê ti carî serê xwe li ber dijmin netewînin, emê li ber xwe bidin û dijî êrişan jî şerê xwe bikin.”

Berekat di dewamê de balkêşa ser bêdengiya hikumeta Iraqê ya hemberî êrişên dagirkirinê; “Dinya hemû dizane, destê Iraqê di van êrişan de heye, ger Iraq piştgiriyê neke wê Tirkiye nekaribe êrişan bike. Ji xwe ji bêdengiya wan ev yek diyare, Şengal jî parçeyk ji Iraqê ye. Ger Iraq bixwaze, êriş jî wê pêkneyên.”

‘Dixwazin peymanê bicih bikin’

Şêniyê Til Izêr Kahtan Xelîl jî ku di heman demê encaê Meclîsa Gel a Til Izêre, axivî. Xelîl behsa ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê kir. Li gorî Xelîl bi êrişan dixwazin peymana li ser Şengalê bicih bikin û wiha pêde çû; “Bexda û Hewlêr li ser xwîna Êzidiyan bi dewleta Tirk re bazirganiyê dikin. Hevkariya wan dewam dike, cara dind ema Kazimî hat Şengalê, êriş pêkhatibû, çi dema Bexda tê Şengalê, êriş pêktên. Em vê hevkariya wan a bi dewleta Tirk re dibînin. Tifaqa Barzanî, Bexda û dewleta Tirk ya dijî Şengalê, yeke.”

Xelîl behsa êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê jî kir; “Berxwedana QSD’ê nehêla planên wan pêkbên, tola çeteyan ji Rojava û Şengalê hiltînin. Êrişa dawî ya ser Şengalê jî ispata wê bû. Êzidî li hemberî hemû fermanan serî hildane, wê Êzidî weke Êzdîn Mîrza, Dewrêşê Evdî, Ş. Zerdeşt, mam Zekî û dehan şervanên din vê dozê bişopînin.”

‘Em warê xwe bernadin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Emşê Reşo jî behsa planên li ser Şengalê kir; “Em li dijî êrişên qirêj di nava çalakiyan dene û wê dewam bikin jî. DAIŞ hebû, ferman pêkanîn û em ji fermanê xilas bûn. Em vegeriyan ser axa xwe, hîna bi sedan xwişk û dayîkên me destê DAIŞ’ê dene. Xortên me windane, hestiyên miriyên me di gorên komî de mane. Ev bi salane zarokên me ked didin û parastina me dikin. Em ji bo piştgiriya şervanên xwe di nava çalakiyan dene. Zarokên me zarok, dayîk û Êzdiyan diparêzin, ji bo wê jî dijî wan planên qirêj çêdikin.”

Reşo herî dawî behsa armanca êrişên ser Şengalê kir û got; “Dixwazin bi van êrişan Şengalê vale bikin, civaka Êzidî bitirsînin. Zarokên civaka Êzidî ên ku rêveberiyê dikin, dibin hedef. Naxwazin parastina civaka xwe bikin. Emê heya dawî li ser piyan bin, ber xwe bidin û vî warî ji wan re nehêlin.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button