TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e 

TAJÊ bi daxuyaniyekê ragihand ku Iraq, bi fermana PDK û dewleta Tirk nêzî Şengalê dibe û hate gotin; “Destkeftiyên li Şengalê ji bo me xeta sorin, ev êriş dijî îradeya gelê me ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, derbarê êriş û dorpêça dawî ya li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ji aliyê endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî ve hate xwendin de, ev tişt hatin gotin:

“Weke tê zanîn îro di giştî cîhanê de bi taybet li Rojhilata Navîn rewşa alozî û şer yên herêmê bi destê hêzên sermayedar tên kûr kirin. Ji van şer û aloziyan herî zêde gel û jin êşan dikşînin. Bi taybet di nava sînorê Iraqê de herkes dizane ku dewleta Tirk û malbata Barzanî bi hevre plan danîne ku nehêlin dewleta Iraq’ê aramî bijî û siyaseta xwe ya ku istikrara herêmê xira bike kûrtir dike. Li ser hesabên dewleta Tirk ku sînorên xwe derbasî axa Iraq’ê bike heye. Di vê mehê de êrişa li ser qadên Parastina Medayayê hatiye destpêkirin, ne tenê dijî gerîla ye. Li dijî tevahî îradeya gelên Iraq û Kurdistanê ye.

Êriş dijî îradeya gelê meye

Di vê rojên ku dewleta Tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dike, artêşa Iraq’ê bi fermana Kazimî tevdigere, êrîşî hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev êrîş li ser îradeya  gelê me ye. Em jî dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Me ti carî deriyê diyalogê negirtiye û em nebûne alîgirê şer. Lê em qebûl nakin ku pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareser kirin. Destkeftiyên me xeta sorin, ew bi xwîna qehremanên me weke Berxwedan, Bêrîvan, Saîd, Dijwar û Zerdeşt’an hatine bidest xistin.

Em li hêviya kesê namînin

Me ji 3 Tebaxê tecrûbe derxistiye. Êdî ne parastin, ne ji rêveberiya xwe em bi hêviya ti kesî ve nahêlin û baweriya xwe nadin ti hêz û aliyan. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe birêve bibin. Ev daxwaza me rewa û hiquqî ye û li gorî zagonên Iraq’ê ye. Ji bo wê em bang li hikûmeta Iraq’ê û Wezareta Parastina Iraqê dikin ku van hêzan kontrol bikin û ji herêma me derbixin. Di serê her kolanê de panzerekî artêşê danîne. Belavbûna artêşa Iraqê bi vê şêwazê tirs û nerihetî di nav civakê de dide ava kirin. Em wek îradeya jinên Şengalê belavbûna artêşê di nav zik û sûkên Şengalê de qebûl nakin. Li kî cihê cîhanê artêş ewqas di nav sivilan de de belav bûye? Bila hikûmeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyên xwe li dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê li ber erka PDK û dewleta Tirk ranebe.

Bersiva herî rast yekîti ye

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ em bang li tevahî gelê xwe dikin, roj roja hebûn û tinebûnê ye.  Lazime em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yêkîtî û hevgirtina me bersiva herî bihêz dijî van êrîşan e. Em bang li jinan dikin ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin û ji bo yêkîtiya civaka me pêşengtî bikin. Herî dawî em bang li hemû kesên berpirsiyar, serokeşîr, oldar, siyasetmedar û rewşenbîrên civaka xwe ya Êzidî dikin bila bi rola xwe rabin. Ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikşînin erkê xwe bicîh bînin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button