UNAMI: Divê derbarê êrişa ser Şengalê de lêkolîn were kirin

Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê ragihand ku divê derbarê bombebarana dewleta Tirk ya li ser Şengalê lêkolînkirin were kirin.

Di 16’ê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk a dagirker wesayita fermandarê YBŞ’ê Saîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda bombebaran kir. Di encama êrîşê de Seîd Hesen û Îsa Xwedêda şehîd bûn.

Piştî wê bi rojekê carek din balafirên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir . Di encama êrişê de 4 şervanên YBŞ dixtorek û 3 sivîl şehîd bibûn.

Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê de daxuyaniyek weşand. UNAMI di daxuyaniya xwe de got ku ew guhertinên ewlekariyê yên metirsîdar ên li Bakurê Iraqê, bi guman temaşe dikin.

UNAMI di daxuyaniya xwe de dibêje; “Mixabin li gundê Sikêniyê ziyanên canî yên mezin çêbûne, divê lêkolînek zû derbrê bûyerên bivî awayî de were kirin û berpirsên wan hêzan werin cezakirin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

 

Show More
Back to top button