Banga Şengaliyên li kampan: Ji bo jiyaneke bi rûmet li warê xwe vegerin

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço qala zehmetî û zordariya li kampan kir û ji bo jiyaneke bi rûmet bang li Şengaliyên li kampan kir: "Hebûna we ya li wan kampan zerareke mezin dide we, baweriya we û Şengalê. Êdî li xaka xwe vegerin."

Şengal û civaka Êzidî ji bo birînên Fermana 73’an bipêçin û nehêlin ku qirkirinên bi heman rengî bêne kirin; ji bo karibin bi rengekî azad bi çand û baweriya xwe bijîn bi armanca avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sala 2016’an û vir ve di nava hewldaneke mezin de ne. Lê belê karên xweseriyê yên Şengalê heta niha gelek hêz û derdor aciz kir û bi rê û rêbazên cuda êriş li dij hate kirin.

Peymana ku di 9’ê Cotmeha 2020’î de di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê de li derveyî îrade û tevlîbûna nûnerên xelkê Şengalê hate îmzekirin û herî dawî jî dîwarê ku di navbera Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê lêkirin, ji van êrişan e. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidiyan (TAJÊ) Riham Hiço piştperdeya vê planê, lîstikên PDK’ê, têkoşîna ku ji bo xweseriya Şengalê tê meşandin û karên ji bo vegera Êzidiyên li kampan ji ANF’ê re nirxand. Riham Hiço di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di dîrokê de gelek caran komkujî û qirkirin li Şengalê hate kirin û got, “73 caran ferman hatin rakirin. Civaka me ya Êzidî jî li dijî van planên qirkirinê timî li ber xwe da. Heta fermana dawî (êrişa 2014’an a DAÎŞ’ê) me rêbazeke bi vî rengî tercîh dikir; piştî ku heta dawiyê me li ber xwe didan, dema ku didît nikare qirkeran têk bibin, ji bo parastina nifşê xwe me paşve gav diavêt.

Lê belê piştî fermana dawî me fêhm kir ku bi paşvegavêtina li hemberî êrişên qirker an jî bi koçkirinê em ê nikaribin hebûna xwe dewam bikin. Mînak berê ji vir heta Helebê Êzidî hebûn, yan jî ji bo xaka navbera herdu çeman warê Êzidiyan dihate gotin. Ji ber ku rê û rêbazên berxwedan û têkoşîna berê têrê nekir, Êzidî ji vê xakê hatin koçberkirin û tenê Şengal di destê me de ma. Piştî fermana 73’an ji bo Şengalê jî ji dest nedin me projeyeke çareseriyê afirand. Em li nava sînorên Iraqê ne, li vî welatî destûreke bingehîn heye, Sûnî, Şîa, Kurd, Ereb û komên cuda yên etnîkî û olî di nava hev de dijîn. Ji bo karibin bi van koman hemûyan re bi rengekî wekhkev û azad bijîn me projeya xweseriyê afirand. Ev proje projeya xwerêvebirinê ye ku bi rengekî wekhev nêzî her kesî dibe.”

‘DAXWAZA ME YA XWESERIYÊ LI DESTÛRA BINGEHÎN A IRAQÊ TÊ’

Riham Hiço destnîşan kir ku bi taybetî ji aliyê xweparastinê ve pêwîstî bi avakirina mekanîzmayekê û ji aliyê xwerêveberiyê ve jî pêwîstiyek çêbû û got, “Ya rast, destûra bingehîn a Iraqê jî rê dide vê yekê. Ji ber ku li Iraqê qanûn hene ku dibêje, komên olî û etnîkî divê xweser bin. Lê belê ji ber ku ji derve ve zext li ser hikumeta navendî ya Iraqê tê kirin, bi hincetên cuda pêşî li daxwaza me ya xweseriyê digirin û ji bo vî mafê me yê xweseriyê ji destê me bigirin hin qanûn rawestandine. Lê belê komên din ên li Iraqê sûdê ji van qanûnan werdigirin û xwedî mafê xweseriyê ne. Yekane civaka ku ji vî mafî bêpar tê hiştin civaka Şengalê ye.”

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço diyar kir ku Êzidî hemû Şengalê ji bo xwe weke navenda baweriyê dibînin û wiha dewam kir, “Hêviya Êzidiyên li Rojava, Bakur, Başûrê Kurdistanê, Ewropa û cîhanê Şengal e, bala hemûyan li ser Şengalê ye. Lewma projeya me ya xweseriyê ne tenê ji bo Êzidiyên li Şengalê ye, di heman demê de wê Êzidiyên li derve jî temsîl bike. Lewma di serî bi Êzidiyên li Rojava em bi Êzidiyên li hemû parçeyan û derve re di nava têkiliyê de ne.”

‘DI PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ DE ROLA PDK’Ê DIYARKER E’

Riham Hiço bal kişand ser peymana ku 9’ê Cotmeha 2020’î di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê hate amadekirin û got, “Armanca peymana 9’ê Cotmehê tasfiyekirina rêveberiya xweser a li Şengalê bû. Xwestin ku wan bêîrade bihêlin û rewşa beriya fermana 2014’an lê ferz bikin. Mîna ku qet ferman nebû, qirkirin nebûye ev peyman îmze kirin. Pê hesiyan ku bi saya Rêveberiya Xweser wê hesabê vê fermanê ji wan bê pirsîn. Dîtin ku Rêveberiya Xweser li qada navneteweyî ji bo qebûlkirina vê fermanê karên dîplomasiyê dimeşîne. Bi qebûlkirina fermanê li cîhanê re wê yên ku alîkarî dane vê qirkirinê û hevkarên wê jî bihatina darizandin. Ji ber ku ev dîtin û naxwazin rûyê wan ê rastî eşkere bibe, peymana ku tê wateya tasfiyekirina rêveberiya me ya xweser îmze kirin. Bi kurtasî ji bo Êzidî ji binê serweriya wan dernekevin û nikaribin bi rengekî azad bijîn xwestin bibin asteng.”

Riham Hiço diyar kir ku di vê peymanê de PDK’ê rola serkêşiyê lîst û got, “Ya rast hikumeta Iraqê ji bo vê peymanê qanih nebûye, lê belê di bin zexta PDK û Tirkiyeyê de ye. Nakokiyên navxweyî yên Iraqê kûr kirin, bi kar anîn û berê Iraqê dan me. PDK’ê bi gotina ‘eger hûn vê peymanê qebûl nekin, em ê filan tiştî bikin’ gef xwar. Yê ku vê bi PDK’ê dide kirin jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk biryarê werdigire û PDK jî bi cih tîne.”

Têkildarî vê mijarê Riham Hiço dîwarê ku di navbera Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê lêkirin jî nirxand û got, “Ya rast demeke dirêj e ji bo lêkirina vî dîwarî hewl didin. Her wiha sala 2017’an armanca xiyaneta ku ‘Pêşmergeyên Roj’ ên ji aliyê MÎT’ê ve hatin perwerdekirin û li Xanesorê xiyanet kir, lêkirina dîwarekî di navbera Rojava de bû. Wê rojê gelê me herikî Xanesorê û li dijî vê li ber xwe da. Ji ber ku dixwazin ‘Pêşmergeyên Roj’ bixin navbera Rojava û Şengalê û herdu herêman bi vî rengî ji hev qut bikin. Lê belê di vir de nekarîn bi ser bikevin. Piştre jî bi piştgiriya îstîxbarata PDK’ê bi êrişên hewayî yên dewleta Tirk hewl dan li wir bi cih bibin, lê ji ber ku careke din bi ser neketin vê carê Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Ne tenê bi dîwarê dixwazin navbera Rojava û Şengalê de lê bikin, di heman demê de li gel vê yekê li gelek qadan tundî û zext kirin.”

Riham Hiço destnîşan kir, ku dîwarê tê lêkirin hem li dijî Rojava ye hem jî li dijî Şengalê ye û got, “Dixwazin herdu herêman ji hev qut bikin û ambargoyê li wan ferz bikin. Armanc ji vê yekê ew e ku Şengalê dorpêç bikin û îradeya wê bişikîne. Ji xwe têkiliya Êzidiyan bi herêmên din re qut kirine. Çawa ku Kurdistan parçe kirin, dixwazin civaka Êzidî jî parçe bikin.”

‘PDK ÊZIDIYÊN LI KAMPAN BI KAR TÎNE’

Li ser rewşa Êzidiyên li kampên li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî Riham Hiço got, “Li kampên penaberan ên li Rojava hejmareke kêm a Êzidiyan heye. Piraniya mirovên li wê derê li malan dimînin, rewşa wan bi giştî baş e. Hejmara yên li kampên Başûrê Kurdistanê gelekî zêde ye û herî zêde jî yên li wê derê di nava metirsiyê de ne. Ji bo mirovên li wan kampan li warê xwe, li Şengalê venegerin PDK lîstikan amade dike. Bi hevkariya rêxistinên îstîxbaratê hewl dide wan bibe Ewropayê, ji bo vê hewl didin.”

Riham Hiço bangên rêveberiya xweser ên ji bo vegera Şengaliyên li kampan bi bîr xist û got, “Lê belê PDK timî propagandayeke wiha dike, ‘Venegerin Şengalê, ew der ewle nîne, dewleta Tirk her roj êriş dike’. Bi van polîtîkayên şerê taybet vegera Şengaliyan asteng dikin. Bêguman di vê mijarê de divê em rexnedayina xwe bidin, ji ber ku em li vê derê çawa dijîn ew jî dikarin werin bi vî rengî bijîn. Di vê mijarê de divê em wan qanih bikin.

BANGA LI ŞENGALIYÊN LI KAMPAN

Ewlehiya heyî ya Başûrê Kurdistanê ji ya Şengalê ne cudatir e, pirsgirêkên ewlekariyê yên li wê derê ji yên li vê derê zêdetir e. Li nêzî kampên li Başûrê Kurdistanê timî êrişên dewleta Tirk dibin. PDK nahêle ku em rêxistiniya xwe li van kampan bikin ji bo xelkê xwe ji kampan vegerînin Şengalê. Em baş zanin ku hevalên xwe yên bişînin wê derê wê werin girtin. Lê belê ev yek divê ji bo me nebe bahane, xelkê me yê li vê derê bi rêya telefonê jî be dikarî bû xelkê li kampan qanih bikin. Ji ber ku xelkê me li wan kampan dîl têne girtin; di hilbijartinê, dîplomasiyê, siyasetê û qadên aboriyê de têne bikaranîn. Alîkariya ku ji derve ji van kampan re têne şandin ji aliyê PDK’ê ve tê desteserkirin. Di hilbijartinê de gefê li wan dixwin û dibêjin, ‘eger hûn deng nedin me em ê alîkariyê li ser we bibirin’. Wan bi zorê derdixin televîzyonan û li dijî Rêveberiya Xweser propagandaya dijberiyê didin kirin.

Bi rastî jî ev mijar gelekî girîng e û ji bo qanihkirina xelkê me yê li kampan divê em hîn bêhtir bixebitin. Em dixwazin bi rêya ajansa we careke din bang li xelkê xwe yê li kampan bikin; ti cih nakeve şûna welêt. Li şûna ku bi rengekî bi rûmet li xaka xwe bijîn 7 sal in hûn çima li kampan e? Hebûna we ya li wan kampan zerareke mezin dide we, baweriya we û Şengalê, êdî li xaka xwe vegerin.”

ANF- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button