Li Şengalê ji bo gerîlayê HPG’ê Tîrêj Roj konê sersaxiyê hatiye vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Tîrêj Roj ku 24'ê Cotmeha 2020'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Şengalê konê sersaxiyê hat vedan. Gelê Şengalê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh derbarê nasnameya 3 gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîdbûyîn daxuyaniyek belav kir. HPG’ê di daxuyaniya xwede gotibû; “Zarokên hêja yên civaka me ya Êzidî û milîtanên fedakar ên Apoyî yên partiya me PKK’ê Dilşêr Şengalî û Tîrêj Roj û zarokê mêrxas ê gelê me yê Kobanêya berxwedanê, şehîd bûne.”

Piştî nasnameya Şehîd hate aşkerekirin, li ber mala şehîd a li Geliyê Rimê yê çiyayê Şengalê konê sersaxiyê hatiye vedan.

Konê sersaxiyê di roja dwemîn de ye û sersaxî tên qebûlkirin.

Xelkê Şengalê bê navber seredana konê sersaxiyê dikin û sersaxî ji malbata şehîd û tevgera Azadî re dixwazin.

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar da diyakirin ku ev dû rojin xelkê  Şengalê seredana konê sersaxiyê dike. Hemed got, li gor bîr û baweriya Êzidiyan konê sersaxiyê wê sê rojan dewam bike.

Bişar da zanîn ku sibe saet 10’ê sibehê wê ji bo Şehîd Merasîma bîranînê li bin kon bê çêkirin û banga tevlîbûna merasmê li tevahiya civaka Êzidî kir.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button