Zêdetirî 100 penaberên din vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 108 penaberên li wargehên Dihokê ji bo warên wan ên li Şengalê hatin vegerandin.

Vegera ji bo Şengalê roj bi roj zêde dibe, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya bernameya hikumetê ya ji bo vegera koçberan de, îro 108 penaberên li wargehên Dihokê vegeriyan ser warên xwe yên li Şengalê.

Hêjayî gotinê ye Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo vegera koçberan ya ji bo Şengalê, hemû amadekariyan kiriye û penaberên vedigerin Şengalê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN-Rojnews

Show More
Back to top button