Rêveberiya Xweser a Şengal û TAJÊ’ê êrişên ser Rojava şermezar kirin 

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’ê bi daxuyaneyekê êrişên dewleta Tirk ên liser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkirin û hate gotin ku hedefgirtina pêşengên rojava, hedefgirtina îradeya gele û  gotin: “Em heya dawî bi gelê Rojava rene.”

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên liser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh êvarî Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyekê dan.

Daxuyanî li baxçeyê Rêber Apo a li geliyê Kersê hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên civaka Êzidî amadebûn.

‘Em bi Rojava rene’

Di serîde Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend û hate gotin; “Em van êrişên bê bext ên liser gelê me yê rojava û pêşengên gelê me şermezar dikin. Hedef ji zêdekirina van êrişên liser herêmê ji bo rê liber dadgehkirina DAIŞ’ê bigirine. Em ji gelê xwe ê rojava re dibêjin, bi dil û can em bi berxwedaniya were ne ku bi salaye li dijî dagirkeriyê tê meşandin. Bila dijmin baş zanibe ku bi van êrişan ewê nikaribin bigihin hedefa xwe. Ev îradeya bi fikrekî azad pêşketî, wê tu hêz nekaribe bişkîne. Her dema gelê me ê rojava pêwîstiya wî bi me hebe, bi hemû derfetên xwe em amadene bi wan re li dijî dagirkeriyê bisekinin û liber xwe bidin.”

‘Armanca êrişan qirkirine’

Endama Kordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hiço jî got: “Di  şexsê heval Rîhan û Yesra de em tevahiya jinên pêşeng ên canê xwe di oxira azadiya jinê de dane, bi rêzdarî bibîrtînin. Ev êrişên liser Şengalê û rojava tên kirin, pêşengên gel dikin hedef, bi armanca qikirina gelê Kurd û Êzidiye. Em dibînin herku diçe êriş liser Rojava zêde dibin. Her kes dizane hedef ewe ji bo rê liber dadgehkirina çeteyan bigirine, jiber ku ger ev çete bên darizandin ewê rastiya  dewleta Tirk bi wan re derkeve holê.”

Di dewamê de Rîham da diyakirin ku hevalên wan ên ku di dema dawîde li rojava hatine hedefgirtin, pêşengên jin ên Şengal, rojava û hemû herêmê bûn. Rîham got; “Ev pêşeng ji bo jin azad jiyan bike her dinava têkoşînê debûn. Em wek jinên Êzidî ji her kesekî zêdetir me zehmetî ji destê çeteyan dîtiye û liser vî esasî em destek didin biriyara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em dibêjin destê kê li xwîna civaka mede hebe, lazime were darizandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ,’Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button