Ciwanên Êzidî bi tevlibûna nava Asayîşa bersiva êrişan didin  

Li Şengalê li kêleka kampanyaya hilbijartinê, kar û xebatên parastina cewherî jî didome. Wekî bersiva êrîşên 16 û 17’ê Tebaxê yên dewleta Tirk, 31 ciwanên Êzidî beşdarî Asayîşa Êzîdxane bûne û niha di dewreya Akademiya Şehîd Selam de têne perwerdekirin.

Ji ber hilbijartina pêşwext a li Iraqê, li Şengalê jî yek ji rojevên esasî bê guman xebatên hilbijartinê ne. Lê di heman demê de kar û xebatên cûda yên rêxistinî û parastinê jî berdewam dikin. Ji ber ku gef û êrîşên li ser Şengalê kêm nabin, civaka Êzidî jî dest ji xurtkirina parastina cewherî bernade û roj bi roj jî xurtir dike. Bi taybet di demên dawî de ji bo hêzên parastina cewherî yên Şengalê werin belavkirin gelek êrîşên siyasî û leşkerî têne pêşxistin. Wekî tê zanîn herî dawî jî di 16 û 17’ê Tebaxê de, di nav de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, 10 ciwanên Êzidî di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

Armanca van êrîşan şikandina îradeya civaka Êzidî, belavkirina hêzên parastina cewherî yên Şengalê bû. Lê bersiva civaka Êzidî ya li hemberî van êrîşan, xurtkirina hêzên parastinê bû. Ji êrîşên 16-17’ê Tebaxê heya niha, bi dehan keç û xortên Êzidî beşdarî Asayîşa Êzîdxanê, hêzên YBŞ û YJŞ’ê bûne û niha di dewreyên perwerdehiyê de ne. Yek ji van jî Akademiya Şehîd Selam e ku niha 31 ciwanên Êzidî li ser dîroka Êzîdxanê, parastina civakê û di gelek beşên din de têne perwerdekirin. Ciwanên Êzidî ku wê bibin parezvanê civakê, kêfxweşiya xwe tînin ser ziman û dibêjin eger ew xwe birêxistin nekin û hêzên xwe yên parastinê berfireh nekin wê kes rê li ber ferman û êrîşan negire.

‘Ji bilî me kesekî din nayê parastina me nake’

Nasir Şemo ciwanek Êzidî yê ji Tilezêr e ku tevlî perwerdehiya Asayîşa Êzîdxanê bûye. Nasir Şemo balê dikşîne ser rola ciwanên Êzidî ji bo parastina Şengalê û girîngiya parastina cewherî bi van gotinan tîne ser ziman: “Ji bilî me kesekî din nayê parastina me nake. Li ser me erke em parastina xwe bikin. Ji ber dema hêzek ji derve bê parastina me bike, dema êrîşek pêk were ewê car din ji pişt me bazdin û me bê parastin bihêlin.”

Şemo di dewama axaftina xwe de bang li ciwanên Êzidî dike da ku xwe di nava refên Asayîşê de birêxistin bikin û dibêje: “Kesek nayê ji Dihok û parezgehên din ên Iraqê me naparêze. Îro pêwîst e em xwe bi xwe parastina herêmên xwe bikin. Ji bo vê jî perwerde ji me hemiyan re lazim e.”

‘Civaka me pişta xwe bi me ve girêdide’

Merwan Miho ku ew jî cihê xwe di dewreya perwerdehiya Asayîşa Êzdixanê de digire di heman demê de hunermendek ciwan e. Di herîkîna perwerdehiyê de, di navberan de bi dengê xwe û saza xwe coş û kelecana hevalên xwe bilind dike. Miho jî dide diyarkirin ku ji bo rê li ber fermanên nû were girtin xwe perwerdekirin û rêxistinkirin esas e û wiha berdewam dike: “Ji me re serbilindî ye, bi  pênûsê be yan jî bi çeka xwe em xizmeta gelê xwe bikin û di nava refên asayîşê de civaka xwe biparêzin. Ev ji me re gelek girîng e dema ku civaka me pişta xwe bi me ve girêbide. Banga me ji ciwanên me re, berê xwe bidin Şengalê û parastina welatê xwe bikin û pişta xwe bi hêza tu kesî girê nedin.”

 ‘Armanca dewreya perwerdehiyê bersivdayîna êrîşan e’

Yek ji berpirsên Asayîşa Êzidxanê Hewas Şengalî jî destnîşan dike ku armanca destpêkirina vê perwerdeyê, bersiva êrîşên dewleta Tirk a 16 û 17’ê Tebaxê û şehîdxistina Seîd Hesen e û wiha dibêje: “Piştî êrişan, 31 ciwanên me hatin ji bo xwe di aliyê leşkerî de perwerde bikin. Ji bo ciwanên me li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzîdxanê perwerde despêkiriye. Ev dewre bersiva wan êrîşan e. Piştî êrîşan tevlîbûna nav refên Asayîşê zêdetir bûye.”

‘Dijmin dixwaze rêxistina me belav bike lê em rê nadin’

Hewas Şengalî bibîr dixe ku beriya niha rêxistinek nebû ku gelê Êzidî li hev kom bike û parastina wan bike û wiha pêde çû: “Bi hatina hevalan re ku pêşî li ber fermanê girtin, me wek Êzidî karibû li ser wî fikrî xwe rêxistin jî bikin û hêzên xwe bidin avakirin. Piştî ku YBŞ, Asayîş û hemû rêxistinên din ên Êzîdiyan pêş ketin û mezin bûn, êdî dijmin dest bi planan kir, ji bo vê rêxistinê belav bikin. Lê me û civaka me ev yek qebûl nekir.”

‘Bi saya hêzên me gel ji koçberiyê vedigere’

Şengalî dide zanîn ku piştî pêkanîna ewlekariya herêmê ku bawerî bi gel re çêkirin, civaka Êzidî dest bi vegera Şengalê kiriye û wiha behsa girîngiya perwerdehiyê dike: “Dema vedigerin, dixwazin xwe birêxistin bikin û beşdarî nava refên asayîşê dibin. Ciwanên me di akademî û perwerdeyan de xwe nas dikin. Perwerde ji bo civaka  Êzidî û bi taybet ji bo ciwanan gelekî girîng e. Eger em xwe birêxistin nekin û civaka xwe neparêzin wê rê li ber fermanan neyê girtin.”

Hewas Şengalî di dawiya axaftina xwe de car din soz da civaka Êzidî ku ewê wekî Asayîşa Êzîdxanê parastina civaka xwe bikin û ji bo perwerdekirina ciwanan ewê dewreyên perwerdehiyên nû vekin.

ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZDÎN

Show More
Back to top button