Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate ragihandin 

Li Herêma Ereban ya Şengalê ciwan û jinên ciwan yên ji pêkhateya Ereban, ji bo xwe rêxistinkirinê, civiyan. Di civînê Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate ragihandin.

Di çarçoveya xwe rêxistinkirina li ser bingeha civakek exlaq, polîtîk û têkoşîna azadiya jinê û ciwanan, ciwan û jinên ciwan ên Ereb, li gundê Medîban ya dikeve Rojavayê Şengalê civiyan. Di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate ragihandin.

Însiyatîf ji 5 komîteyan pêktê, çand, huner, perwerde, werzîş, ragihandin û çandinî. Sîstema rêveberiyêa hevserokatiye, ala wê ji çiya û teyrê baz pêktê. Navê înstiyatîfê jî bi zimanê Erebî û Kurmancî hate nivîsandin.

Di kom

civînê de tevî ciwanên Ereb, endamên Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan yên Êzidxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) û Endamên meclîsa gel ya Şengalê û herêma Ereban amadebûn.

Komcivîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo şehîdan destpêkir. Li ser navê Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê Ewad Elhelal û Yusif Meculî axivîn û bi xêrhatina mêvanan kirin.

Li ser navê TAJÊ Riham Hicû axivî behsa girîngiya avakirina înstiyatîfê kir: “Em spasiya vexwendina we dikin. Ciwan demara sereke ya avakirina civakê ne. Germbûna ku li gel ciwanan dihêle ku ciwan di hemû aliyan de xwe bi rêxstin bikin û xwedî rolekî girîn bin. Di warê aştî û aramiyê de rolekî wan ya girîng heye. Ciwanên Ereb yên ku di herêmên di kevin ser sînora şengalê û rojava de, pêwîste xwe bi awayekî xûrt rêxistin bikin. Ji ber ku di hemû aliyan de êrîşên tunekirina aramiya di nav ciwanên Êzidî û Ereban de heye. Di van rojên bi zehmet de, lazime em hemû bi xûrtî tevlê kar û xebata avakirina civakekî azad û demokratîk bibin. Dubare em insyatîfê pîroz dikin.”

Endama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ruheyv Ereb jî got; “Di serî de em avakirina vê insyatîfê li hemû Ereban bi taybet ciwanan pîroz dikin. Ciwan di vê herêmê de rolekî wan ya girîng heye. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet ji bo van herêman giringî heye, Iraq ji ber ti girîngiyê nade, ji bo wê lazime ev gav bihata avêtin.”

Li ser navê PADÊ’ê Mihemed Ferhan Salih û li ser navê Meclîsa Gel ya Medîbanê Xidir Salih axivîn. Di axaftina xwe de sipasiya vexwendina ciwanan kirin û avakirina însiyatîfê jî pîroz kirin. Her wiha weke eşîrên ereban jî piştgiriya xwe di hemû aliyan de ji insiyatîfê diyarkirin.

Li ser navê Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan ya Êzidxanê Sara Botan axivî, Sara Botan balkişand ser girîngiya yekîtiya xebatên ciwanên Êzidî û Ereb û got; “Bi xêrhatina her kesî dikim. Em vê insiyatîfê li Rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajoyek  wiha hesas de avêtina pêngavek bivî awayî xwedî girîngiyekî mezine. Piştî fermanê yekîtiyekî xûrt di nava Ereb û Êzidiyan de çêbûye. Ev insiyatîf nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku dijmin bi zanabûn dixwazin cudabûn bixin nava pêkhateyên şengalê de. Li ser fikra Rêber Apo ciwanên ereb xwe rêxistin bikin û ev gavekî mezin ya pîroz e. Ji îro û pêve di nav ciwanên Ereb û Êzdî de wê kar bi hevre li ser bingehê parastina vê axê bê meşandin. Em heya dawî piştgiriya ciwanên Ereb dikin.”

Di dawiyê de endama Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê Ewad rêziknameya insiyatîfê xwend.

Rêziknameya Însiyatîfa Ciwanên Ereb wiha ye:

  1. Ji bo têkoşînkirina ji bo azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bingeh girtin.
  2. Rêveberiya Xweser ya Şengalê weke nasnameyekî rêxistinî û siyasî hildibijêre. Ji bo fermîkirina rêveberiya xweser insyatîf wê tekoşîn bide meşandin.
  3. Însiyatîfa Ciwanên ereb ya Şengalê YBŞ û YJŞ’ê weke hêza bingehîn ya parastina gel û herêmê dibîne. Ji bo xûrtkirina vê hêzê berpirsyare.
  4. Jin pêşenga civakê dibîne û ji bo azadiya jin û civakê tekoşîn bidin meşdandin.
  5. Însiyatîf bi rêzdarî hemû ol û baweriyan qebûl dike.
  6. Li ser bingeha avakirina netewa demokratîk li hemberî zihniyeta desthiladar û zayendparê wê têkoşîn bike.
  7. Mafê xwe parastinê li hemberî hemû êrîşên ji derve ên li ser aramiya herêmê, esase digire.

8, Rexne û rexnedayîn bingeha yekemîne.

Her kesê ku temenê xwe di navbera 15 heya 30 sal de ku van rêgezan qebûl bike, dikare cihê xwe di vê însiyatîfê de bigre.

Komcivîn bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button