Dîrok û girîngiya Şengalê – I

Teolog û dîroknasê Êzidî Osman Çelîk: Navê herêma Sîncarê kevn e û Ereb jî bi bandora vê yekê jê re dibêjin 'Sîngar'. Bi Sumerî û Hûrî 'Sîn' tê wateya heyvê, Sîncar jî dibe 'Girê Heyvê'

Êzidîtî ku yek ji baweriyên herî kevn ên Kurdistanê ye, yan jî Kurdên ji baweriya Êzdayî zêdeyî hezar sal in di nava qirkirin û komkujiyan de ne. Êzidî qirkirina ku li wan tê kirin weke ‘fermanê’ pênase dikin. Ya herî dawî jî di Tebaxa 2014’an de li wan ahte kirin û jê re gotin ‘Fermana 73’an’. Bêguman li hemberî van fermanan li ber xwe dan. Berxwedana li dijî fermana dawî jî bi pêşengiya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê pêk hat.

Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, Rêveberiya Şengalê ya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin. Baş e herêma Şengalê çima girîng e, di dîrokê de xwedî roleke çawa ye? Piştî fermana 2014’an çi qewimî û niha konsepteke çawa ya qirkirinê lê tê ferzkirin? Ya herî girîng jî Şengalî çima dixwazin bi rengekî xweser bijîn û ji bo vê xwe çawa bi rêxistin dikin?

KOKA NAVÊ ŞENGALÊ

Tevî ku li nava cografya Kurdistanê ye,  Şengal li gorî qeydên fermî yên dewleta Iraqê li nava sînorên wîlayeta Nînowayê ye, bi ser bajarê Mûsilê ve ye. Şengal û derdora wê bi hezaran sal in warê pîroz ê civaka Êzidî ye. Ji bo vê herêma li dora çiyayê Şengalê Ereb dibêjin ‘Sîngar’, Asûrî jî dibêjin ‘Şiggor’. Di sedsala çaremîn de Romayiyan ji herêmê re gotin ‘Sîngar’ û bi vî rengî qeyd kirin. Li gorî hin çavkaniyan ‘Seng-Gara’ pênaseya (Gund û Çeper) e. Di seferên Împaratoriya Romayê yên li ser xaka Mezopotamyayê de Şengal xwedî cihekî stratejîk bû.

Li gorî teolog û dîroknasê Êzidî Osman Çelîk, ji bo vê xakê di tevahiya dîrokê de Kurdan navê ‘Sîncar’ bi kar anîne. Çelîk ku di Çira TV de bernameya ‘Çira Laleş’ê amade dike û pêşkêş dike, li gorî çavkaniyên Sumer, Hûrî û Gûtiyan ji ANF’ê re qala dîroka Şengalê kir:

“Sîncar gotineke Kurdî ye, xwe dispêre Sumerî û Hûrî û tê wateya ‘Girê Heyvê’ yan jî girê herî bilind ku heyv jê xuya dike. Navê herêma Sîncarê gelekî kevn e û Ereban bi bandora vê yekê jê re gotin ‘Sîngar’. Bi Sumerî û Hûrî ‘Sîn’ tê wateya heyvê, Sîn-car jî tê wateya ‘girê heyvê’. Êzidî sê navan li heyvê dikin; ‘Sîn’, ‘Heyv’ û ‘Mang’. Ji ber vê yekê navê gelek herêmên Kurdistanê bi ‘Sîn’ê destpê dike. Mînak Sîne, Sînan û Sîlîva.

Di beyta Şerfedîn de ji bo Şengalê tê gotin ‘Girê Mûsilê’ û wiha tê vegotin; ‘Şerfedîn peya bû li banê Misulê’. Di qewla nav û nîşan de wiha tê gotin; ‘Hekara xweş Hekar e, Laleşa ronî dar lê, ew der cihê textê xwendkara, xwendkar bixwe padişah e, xaliqê mithê sena ye’.

Ji bo vê herêmê Sîncar, ji bo bajarê li wir jî Şengal tê gotin. Navê bajarê Şengalê digihêje tofana Nûh. Li gorî efsaneyê, keştiya Nûh li çiyayê Şengalê dikeve û dizîvire, lewma jî navê ‘Şengalê’ li wî bajarî tê kirin. Ya rast koka vê gotinê ‘Şenkal’ e. Bi Kurdî ‘gal’ tê wateya cîhanê, ‘Şengal’ jî tê wateya ‘nîşaneya cîhanê’. Ji herêma ji bajarê Şengalê heta bi çiyê Sîncar, ji xaka ku ji rojhilatê Dîcle û Firatê destpê dike û heta digihêje Efrînê jî Sîman tê gotin. Ji cografyaya ji Mêrdînê heta bi Wêranşar, Riha û Herranê jî ‘Bin Helîl’ yan jî ‘Helêla Zêrîn’ tê gotin. Li gorî qeydên kevn ên baweriya Êzdayî, deşta Herranê ‘Sinberz’, di Kurdiya îro de jî ‘Meydana Heyvê’ tê gotin.

DI ŞEREFNAMEYÊ DE ŞOPA ÊZIDIYAN Û ŞENGALÊ

Her çend bawermendên Êzidî di vê demê de tenê li herêma Şêxan a Duhokê û navçeyên Şengalê yên Mûsilê dimînin jî beriya seferên artêşên Îslamê li tevahiya Kurdistanê hebûn. Ji Şengalê heta Efrînê, ji wir jî heta Rihayê, ji Amedê heta herêma Serhedê li cografyayeke berfireh Êzidîtî û bawermendên Êzdayî hebûn.

Mînak di ‘Şerefnameyê’ de ku sala 1597’an ji aliyê begê Bedlîsê Şerefxan ve hate nivîsandin û weke berhema destpêkê ya dîroka Kurdan tê naskirin, tê gotin ku 7 ji eşîrên herî girîng ên Kurdan ya bi temamî ya jî bi hin beşên xwe Êzidî bûn. Lê belê di nivîsandina Şerefnameya resen de beşên li ser Êzidiyan jê hatin derxistin. Lêkolînerê Emerîkî John S. Guest ku metnên resen ên Şerefnameyê yên li Pirtûkxaneya Bodleian a li Oxfordê lêkolîn kir, li ser vê mijarê wiha got:

‘Mîna salên ku Şerefxan sax bû, niha jî yek ji eşîrên pêşhatî yên Êzidiyan Desanî ye. Desanî dema ku diçe Laliş a li tirba Şêx Adî li quntarê rojhilat û bakurê Mûsilê bi cih dibe. Xaka wan di du sed salên dawî de weke Şêxan tê naskirin. Îbnî Fadllah di karê xwe yê li ser Kurdistanê de dibêje, ev eşîr baskekî eşîra Bohtî ya li çiyayên bakurê Mûsilê ye.

Di lîsteya têkildarî naveroka pirtûka Şerefname de beşek li ser eşîra Dasenî heye. Lê belê di nivîsandina orjînala Şerefnameyê de ku niha li Pirtûkxaneya Bodleian a li Oxfordê ye, dawiya beşa 6’emîn a metna li beşa 2’emîn û li şûna beşên 10’emîn ne valahiyek hatiye hiştin ne jî li valahiyên li kêleka rûpelan notek vegotinê hatiye danîn. Beşên ku nehatine vegotin li ser eşîrên Tazra, Ûstanî û Dasenî bûn’.

Li eniya Osmaniyan jî Evliya Çelebî li Êzidiyan û Şengalê rast hat. Çelebî ku sala 1655’an çû Amedê hîn dibe ku walî Mûstafa Paşa ji bo bacê ji Êzidiyan bistîne çûye Şengalê. Meha Gulanê Evliya Çelebî diçe deşta li biniya çiyayê Şengalê ku walî lê bi cih bûye. Êzidî li jorê Şengalê bi cih bûne û ji ber vê yekê jî artêşa Mûstafa Paşa nizane bê çawa bi pêş ve biçe. Evliya Çelebî ku li vê derê şevekê bi Mûstafa Paşa re dimîne li ser Şengaliyan wiha dibêje:

‘Mirovên li vê derê dijîn topikî ne, por û riha wan tevlîhev bûye, çavê wan reş û giloverî ye, kincên reng bi reng li xwe dikin, paçekî ji hêvrişîm li bejna xwe girê didin, kumekî ji hêvrişîm datînin ser serê xwe, pêlavên bambû yên giran li xwe dikin. Xwedî şûr, kêr û bivirê şer e û bi qasî ku li çavê kêçekê bixin çekê bi hostatî bi kar tînin. Porê jinên wan digihêje heta ber lingê wan. Gelek kûçikên wan hene ku piranî jî reş in. Xwarina ku rojane dixwin; nanê ji garis, goştê mihî û goştê kewê sûsik e. Helaw, hingiv, mewîj û hêvrişîm çêdikin. Bazirganên li Mêrdîn û Bexdayê gelekî ji van berheman hez dikin’.

DI ÇAVKANIYÊN ROJAVAYÎ DE ŞENGAL

Seyyah, lêkolîner û mîsyonerên rojavayî ku ji sedsala 16’an û pê ve berê xwe didin Kurdistanê, bala wan bi giranî diçin ser Êzidiyan. Siyaeta qirkirinê ya artêşa Osmaniyan di sedsala 16’an de encam dida. Ji ber vê yekê fêhmkirina vê koma baweriyê û Şengalê ku di navbera Çola Erebistanê û çiyayên Kurdistanê de ye, ne hêsan bû.

Seyyah dema ku li welatê xwe vegeriyan bi notên ger û geştê yên li ser Şengalê û Êzidiyan vegeriyan. Papaz Jean-Marie de Jesus ku sala 1672’an çû Kurdistanê li ser jiyana Êzidiyan a wê demê agahiyên girîng parve kir.

Papaz Jesus li nêzî Nisêbînê li eşîreke Êzidî ya koçer rast tê û wiha qalê dike: ‘Em li ‘qral’ an jî ‘prens’ê Êzidiyan, bi gotineke din ê Kurdan rast hatin. Ji çolê hatibûn, havînê wê li hewa hênik a çiyê derbas bikira. Pê re gelek mihî û çêlek hebûn ji bo karibin debara xwe pê bikin. Hemû jî mirovên gelekî xizan û perîşan bûn. Li kêleka prens aleke sor hebû ku kêleka wê zer bû û sembolên Misilmanan li ser bû. Nêzî heft siwarî pê re bûn ku tîr û şûrê wan hebû’.

Vegotina herî kevn a ji çavkaniyên rojavayî ya li ser bawerî û ayinên Êzidiyan ji aliyê mîsyonera Katolîk a Fransî Michele Febvre ve hate vegotin ku çû Helebê. Febvre di berhema xwe ya ‘L’Etat prensent te la Turquie’ de ku sala 1675’an li Parîsê hate weşandin, kêm jî be cih da Êzidiyan. Piştre di salên 1759, 1871’ê û 1810’an de mîsyonerên Îtalî yên çûn Şengalê qalê kirin.

Lêkolînerê Danîmarkî Carsten Nîebûhr jî sala 1766’an ji Şengalê heta Rihayê dest bi lêkolînkirina Êzidiyan kir. Nîebûhr ragihand ku li Mûsil û derdora wê Yahûdî, Xiristiyan û  Misilman bi hev re dijîn, li gundên li kêleka Êzidiyan jî Suryanî dimînin û bi vî rengî qala rêwîtiya xwe kir: ‘Em ji xaka bi bereket derbas dibin, zevî şîn bûne. Li qiraxa çolê li cihê ku çiya destpê dike banên gundên Êzidî û Misilmanan xuya dikin. Li kêleka gundên ku ji aliyê êrişkarên Tirk ve hatine hilweşandin xaniyên nû hatine çêkirin. Rêwîtiya me ya ji Mûsilê heta Nisêbînê 6 rojan dewam dike. Nisêbîn ji 130 malî pêk tê û piraniya xaniyan jî gelekî nebaş e’.

Lêkolînerê Îngiliz nivîskar James Bûckîngham di destpêka salên 1800’î de ji Helebê heta Amedê ji wir jî heta Bexdayê dest bi rêwîtiyeke dirêj dike. Di notên xwe yên gerê de qala Şengalê kir. Di notên Bûckîngham de ku bi navê ‘Rêwîtiya ber bi Mezopotamyayê ve’ wiha qala çûyîna ji çolê ber bi Şengalê û çiyayên Kurdistanê dike; ‘Li çolê rewşeke welê ziwa û bêdengî heye ku mirov nikare îdare bike. Li vê atmosfera ku hêza me hemû ji me stand, mirov dihele. Me li hemberî xwe Kurdistan dît ku bi çiyayên bi berfê dorpêçkirî ye. Em nêzî Mûsilê dibin, bajarê ku çend caran xera bû û hate avakirin, bermahiyên xwe yên berê xuya dike. Di germa Tîrmehê de em derbasî çiya û deşta Şengalê dibin’.”

Sibe: Dîroka ji ferman û berxwedanê…

ROBÎN JAN- BERLÎN

Show More
Back to top button