74 endamên nû tevlî Asayîşa Êzîdxanê bûn

Ji Dewreya Şehîd Mam Beşîr a Akademiya Şehîd Şengal a Asayîşa Êzîdxanê 74 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe bi dawî kir. Xebatkara Radyoya me Sena Qîranî jî di merasîmê de amade bû nêrînên beşdarvanan pirsî

 

Ji Dewreya Şehîd Mam Beşîr a Akademiya Şehîd Şengal a Asayîşa Êzîdxanê 74 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe ya mehek berdewam kir bi dawî kir û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn.  Dewre mehekê berdewam kir.

Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn ji gund û navçeyên Şengalê pêktê. Welatiyên me, nûnerên sazî û rêxistinên civaka me tevlî merasîmê bûn.

Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê Elî Şengalî axivî û got; “Dewreya nû ya asayîşa Êzidxanê li tevahiya xelkê me pîroz be. Em di demek pir hesas de ne. Dijmin dixwaze me tine bike. Beriya niha li ser îradeya civaka Êzidî pilanek hate meşandin û xwestin me tine bikin. Bila her kes zanibe, her kesekî ku bixwaze li ser îradeya civaka Êzidî bazirganî bike, wê asayîşa Êzîdxanê li beramberî xwe bibîne.”

Elî Şengalî jî anî ser ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Şengalê dagir bike û Êzidiyan bê îrade bike û got Şengal wê heya dawiyê li hemberî her êrişan li ber xwe bide.

Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo û li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Kinê Xidir jî axivîn û bang li tevahiya ciwanên Êzidî kirin ku tevlî asayîşa Êzidxanê bibin ku careke din Êzidî rastî fermanan neyên.

Piştî axaftina endamên Asayîşa Êzidxanê bi hevre sond xwarin û li ser yekîneyên xwe hatin belavkirin.

Xebatkara Radyoya Dengê Çira Şengalê Sena Qîranî jî li cihê merasîmê amade bû û ji bo we dosyayek amade kir.

Show More
Back to top button