Ciwanên Êzidî rizgarbûna Şengalê bi şahiyekê pîrozkirin 

Li Şengalê ciwanên Êzidî 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi şahiyekê pîrozkirin. Ciwanên Şengalê bi pêxistina agir û teqandina fîşekên hewayî roja rizgarkirina Şengalê silavkirin û gotin: “13’ê Mijdarê roja azadiyê ye, cejna civaka Êzidî ye.”

Di 13’ê Mijdara 2015’an de, navenda Şengalê bi pêngaveke hevpar a gerîlayên HPG, hêzên YPG-YPJ’ê û şervanên YBŞ’ê ve ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ku vê rojê wekî ‘roja azadiyê’ binav dikin, 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi şahî û çalakiyên cûda pîroz dikin.

Îro ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê ve yekemîn şahiya rizgarkirina Şengalê li ber Meclîsa Gel a Duholayê hate lidarxistin. Tevî ciwanên Êzidî, endam û rêvebirên meclîsên gel ên Şengalê jî beşdarî şahiyê bûn û roja rizgariyê pîroz kirin.

Koma muzîkê ya Navenda Çand û Hunera Şengalê jî beşdarî şahiyê bû û bi stranên xwe coşa ciwanên Êzidî bilind kir. Şahî heya saetên êvarê berdewam kir. Ciwanên Şengalê bi pêxistina agir û teqandina fîşekên hewayî roja rizgariya Şengalê silav kirin.

‘Rizgarkirina Şengalê ji bo me cejn e’

Yek ji endamên Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Şîlan Şengalî ku beşdarî şahiyê bibû, bibîrxist ku roja salvegera rizgarbûna Şengalê nêzîk dibe û coşa xwe wiha anî ser ziman:           “Civaka Êzidî, ciwanên Êzidî di encama pêngava rizgarkirina Şengalê de dikarin li ser axa xwe azad bijîn. Gelê me ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin ser cih û warê xwe. Ev kêfxweşiya herî mezin e. Yê ku di fermana 2014’an de bi me ve hat û Şengalê rizgar kir PKK bû. Rizgarkirina Şengalê ji bo civaka Êzidî cejn e. Eger Şengal nehata rizgarkirin îro me nedikarî li ser axa xwe cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.”

‘13’ê Mijdarê roja azadiyê ye’

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Nemir Pûko jî bibîrxist ku navenda Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hate rizgarkirin û got: “13’ê Mijdarê roja azadiyê ye. Em jî dixwazin vê roja azadiyê pîroz bikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button