Pîrozbahiyên bi boneya roja rizgarkirina Şengalê berdewamin

Ciwanên Êzidî çalakiyên pîrozkirina 13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê bênavber berdewam dikin. Îro jî li komelgeha Dîgurê ya Şengalê ciwanan bi şahiyekê 13’ê Mijdarê silav kirin.

Îro jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, ji bo silavkirina 13’ê Mijdarê li komelgeha Dîgurê pîrozbahî hate lidarxistin. Şahî li Parqa Şehîd Zerdeşt hate kirin û tevî ciwanên Êzidî, endamên meclîsên gel û nûnerên PADÊ jî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Musa Qasim li ser wate û girîngiya pêngava rizgarkirina Şengalê axivî û 13’ê Mijdarê silav kir.

Piştî axaftin û peyaman, ciwanên Êzidî li ber mûzîkê govend gerandin, bi ketina tariyê re jî bi teqandina fîşekên hewayî roja rizgarbûna Şengalê silav kirin.

Yek ji ciwanên ku beşdarî şahiyê bibû Dexîl Xwedêda li ser coşa ciwanan a ji bo roja rizgarbûnê axivî û got: “Em kêfxweş in ku roja rizgarbûna Şengalê pîroz dikin. Em roja reş, roja ku xiyanet li me hatiye kirin ji bîr nakin. Û em bi fikrê Serok Apo pêş ve çûn. PDK dixwaze Şengal vegere beriya sala 2014’an lê tiştekî wisa êdî nabe.”

Şahî û çalakiyên ji bo 13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê wê di rojên pêş de jî bi bernameyên cûda berdewam bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button