Konê sersaxiyê ji bo Ş. Heval Azad didome

Ji bo şervanê YBŞ'ê Heval Azad konê serdanê li şehîdgehê hatiye vedan. Kon wê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan heya 3 rojan ji bo serdanên sersaxiyê vekirî bimîne

Berpirsên artêşa Iraqê, piştî 70’ê rojan cenazeyê şervanê YBŞ’ê Heval Azad ku di 8’ê Mijdara 2020’an de di encama êrişa balefirên Tirk de şehîd bibû, radestî rêveberiya Şengalê kirîbû. Cenazeyê Heval Azad dûh bi merasîmek girseyî bi tevlîbûna şervanên YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê, dayîk, bav, cîwanan hate oxirkirin.

Civaka me cenaza bi karewanekî wesayîtan ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve birin û bi merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ve hate pêşwazî kirin.

Cenaze bi mersîmeke leşkerî ji aliyê Şervanên YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê ve hate pêşwazîkirin.

Di merasima leşkerî de li ser navê hêzên parastinê Zekî Şengalî axivî. Şengalî  di serî de sersaxî ji malbata Heval Azad re xwest û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê û got; “Ev êrîş ku pêşengên me dikine hedef ne ji xwe pêk tên , hedefa wan ewe ku me bê îrade bikin û dewleta Tirk bi hevkarên xwe re gelek hewil dane da ku me tine bike.”

Di dewamê de Zekî Şengalî got, “Heval Azad bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo civaka Êzidî di hemû aliyan de bê navber kar û xebat da meşandin, dewleta Tirk bi pilanekê hevalê me hedef girt. Pêwîste em van êrîş û pilanan baş şirove bikin.

Piştî axaftinan cenaze dibin diruşmên “Şehîd Namirin”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” sipartin axê.

Îro jî konê serdanê li şehîdgehê didome. Ji bo Şehîd Heval Azad, wê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan serdanên sersaxiyê heya 3 rojan werin qebûlkirin.

Di 8’ê Mijdara 2020’an de balafirên artêşa Tirk gundê Xelef a girêdayî herêma Barê bombebaran kiribûn. Di encama êrîşê de şervanekî YBŞ’ê û 2 welatîyên me birîndar bibûn. Her sê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê.

Şervanê YBŞ’ê li nexweşxaneyê şehîd bû. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kiribûn. Piştî gelek hewildanan û nerazîbûna civaka me, cenazeyê şervanê YBŞ’ê Heval Azad radestî rêveberiya Şengalê kirîbûn.

Show More
Back to top button