Ji waliyê Silêmaniyê ji bo roja fermana 3’yê Tebaxê bangek bi wate

Waliyê Silêmaniyê bang li hemû xelkê Silêmaniyê kir da ku di 3’yê Tebaxê de, ji bo qurbaniyên fermana Şengalê, 5 kêliyan rêz li rûmeta qurbaniyên Şengalê bigrin û liv û tevgera li Silêmaniyê were rawestandin

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û komkujiyek mezin dijî xelkê Êzidî pêkanî. Bi rast hatina fermana 3’yê Tebaxê re, merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Ji waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir, bangek bi wate hat. Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji bo bîranîna qurbaniyên Şengalê, di malpera xwe ya facebook’ê de bang li xelkê Silêmaniyê kir.

Heval Ebubekir di peyama xwe de bang li xelkê Silêmaniyê, saziyên dewletê, hikumet, navxweyî, siyasî û giştî kir da ku di roja 3’yê Tebaxê de, saet 10:00’an 5 kêliyan jiyanê bidin sekinandin.

Ebubekir di banga xwe de xwest her kes di wê roj û saetê de ji bo rêzgirtina li hemû qurbaniyên Şengalê, liv û tevgera xwe bi de sekinandin. Ebubekir got ku ewê 3’yê Tebaxê de bi bêdengiyê, ji bo ruhê pak yê qurbaniyan rawestin.

Heval Ebubekir di dewama peyama xwe de bang li Desteya Parêzgeha Silêmaniyê kir da ku vê rojê weke roja bîranîna hemû qurbaniyên jenosîdên Êzidî, di yasaya Desteya Parêzgeha Silêmaniyê de bicih bike.

 ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button