Dayîka Êzidî  Çîroka min dûr bibin daku zarok li min vegerin 

Jinên Êzidî tevî bîranînên tijî bi êş, bi heviya rojên azad û vegera esîrên fermanê xwe li ser piya digrin. Dayê Sêvê ya ji gundê Hardanê jî dixwaze dengê dilê wê ji malê derkeve: “Em diaxivin lê axaftina me ji malên me dûr naçe. Çîrokên min dûr bibin daku zarokên ku ketin destê çeteyan li me vegerînin.”

Di 2014’an cejna çileya havînê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin. Armanca vê êrîşê tune kirina baweriya Êzîdiyatî bû. Di vê êrîşê de hezaran kes bi hovîtî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, firotin û heta niha jî aqûbeta gelek esîran nayê zanîn. Ev ferman li pey xwe gelek çîrokên bi êş hiştin. Me jî hewil da ku bi rêka çîroka jinên Êzidî kuştin, revandin, firotin, tecawiz û koçberiya jiyan kiribûn ji tevahî cîhanê re ragihînin. Bi vê xwestekê me jî berê xwe da gundê Hardanê.

Gundê Hardanê dikeve Bakurê quntarên Çiyayê Şengalê. Li gundê Hardanê nezikî hezar û 700 kes dijîn ku ev gund di sala 1952’yan de hatiye avakirin. Li 3 aliyên Hardanê gundên ereban hene. Dema fermanê ji gund 480 kes dikevin destê DAIŞ’ê. Tevî ku çend sal derbas bûne jî hê aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn. Dema mirov diçe Hardenê ji gundê ereban a bi navê Gir Şebekê derbas dibe.

‘Ma rojek terê dike?’

Çawa mirov nêzîke gund dibe despêke bedengiya kolanan û şopên fermanê bala mirovan dikşîne. Malên ruxiyayî û kolanên bê zarok. Di kolanên Hardanê de îro jî bedengiya mirinê serwer e lê jiyan jii dixwaze vegere. Yek ji malên ku reng û dengê jiyanê lê vegeriyabû, mala Dayê Sêvê bû û me jî xwe avêt hembêza vê germahiya jiyanê.

Mirov didît ku êşa dayîka Sêvê di çavên wê de diqêriya. Lê dîsa jî sekna wê ya ji xwe bawer û bi hêz bala me dikişand. Dayê Sevê bêyî ji me pirsek bike, em hembêz kirin û em dawetê hundir kirin. Em jî bi dilrehetî nezî dayîke bûn û me dest bi pirsan kir ‘roja fermanê li gund çi qewimî?’

Dayê Sêvê êşa fermanê di dilê xwe de veşartibû. Tê gotin çav eynika dilê ye. Dema mirov beranberî wan çavan tê pêwîstiye axaftinê namîne. Çav xwe digihîjîne dil û çîrok xwe vedibêje. Bi pirsa me ra dayîk serê xwe da ber xwe û got ‘ma yê rojek terê bike?’

Bextewarî bi Azadiyê dibe

Dayê Sevê Hecî û malbata wê roja 3’yê  Tebaxê ji mala xwe dernakevin, li bendê dimînin ku roj biçe ava. Saet 4’ê evarê ji gund derdikevin û ber bi mifriqa Hardan ve diçin. Seyareya DAIŞ’ê li ser riya gundê Golat pêşî li wan digre û wan ji seyarê dadixe. Çeteyên DAIŞ’ê despêkê zilam û jin ji hev cûda dikin û dû re ew suwarî seyareke din dikin û dibin.

Ji mala dayê Sêvê, sê keç, şeş kur û hevjînê wê di fermanê de dikevin destên DAIŞ’ê. Ew, bi sê keç û du kurên xwe ve xilas dibin lê heta niha jî nizane hevjînê wê û çar kurên wê li ku ne. Dayê Sêvê dibêje: “Kî ji destê wan kafiran (DAIŞ) xilas bibe emê wê demê keyfxweş bibin.”

‘Çi li zarokên me hat?’

Dayê Sevê dema behsa zarokên xwe dikir rih jê diçû. Qêrîna zarokan hîn jî di gohê wê de bû. DAIŞ di bazaran de gelek zarok firotibûn yek ji wan jî kurê dayê Sêvê bû. Dayîkê wûsa behsa keliyên bi êş dike: “Kurê min hîn emre wî 6 sal bûn ji hembêza min girtin, birin û ji xwe re firotin. Carna ez dibêjim ger saxban û ber bi mal ve hatibana… Pêwîst e ew zarokên di destê wan kafiran de were pirsîn.”

Di dilê her dayîka Êzidî de heman êş hebû ji ber vê Dayê Sêvê li şûna hemû dayîkan ji mirovahiyê pirs dike: “Ger DAIŞ xilas bûye çi bi zarokên me hat? Çima zaroken me bê xwedî ne?”

Dayê Sêvê dema behsa rojên xwe a berî fermanê dikir destpêkê dûr mêze dikir, keserekê bi êş dikişand û wûsa dipeyivî: “Zarokên min xwedî taybetmendiyên baş bûn. Lê yekî 8 sal di destê wan kafiran de bimîne ewê çawa bibe? Aqlê wî yê birize. Heta ku li gel min bûn baş bûn. Lê li gel min birin. Piştî 6 meh min carekê kure xwe yê biçûk dît, pişt re min xwest ez dîsa biçim bibînim lê gotin nabe ku dayîk û zarok hev bibînin, dayîk aqlê wan xira dike. Nehiştin em hevdû bibînin.”

Hêviya Jiyanê: Jin

Çavkaniya jiyana nû hêvî û hezkirinê dixwaze. Dayê Sêvê jî wekî her dayîkek ji bo zarokên xwe li ser piya maye. Gelek caran mirinê fikiriye lê dema zarokên wê hatine bîra wê cardin biryar daye ku ji bo wan bijî. Dayîk bi heman hêviyê berê xwe da me û peyama dawî ya dayikeke dilgiran da me: “Em diaxivin lê axaftina me ji mal dûr naçe. Hun bikaribin çîrokên min dûr bibin, daku zarokên ku ketin destê çeteyan li me vegerînin. Xwedê yên sax mayî li me vegerîne. Ger ne sax bin jî xwedê heqê me bi heqî bibe.”

ADAR AVESTA- ŞENGAL

Show More
Back to top button