Waliyê Musilê: Êrişên Tirkiyeyê metirsî dixe ser ewlehiya Musilê

Waliyê Musilê li dijî êrişa îro ya balefira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ku tê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da, nerazîbûn nîşanda û xwest hikûmeta Iraqê nerazîbûn li dijî van êrişan nîşande.

Waliyê Musilê Necim Cibûrî derbarê êrişa balefira bê mirov a dewleta Tirk ya li navçeya Telafer a Musilê pêkhat de axivî û got, “Îro di saet 14:20’an de balefirek bê mirov li rojavayê bajarê Musilê wesayîtek sivîlan hedef girt. Di encamê de pênc kesan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan jine.”

Derbarê nasnameya balefirê de Cibûrî eşkere kir balefira bê mirov a Tirkiyeyê bû û got, “Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin ku ewlehiya vê parêzgehê dixe metirsiyê. Ev êriş welatiyan dixe nava metirsiyan. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin li beramberî van êrişên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan bide.”

Hêjayî bibîrxistinêye di saetên piştî nîvro de balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Dîcle ya navçeya Telafer a girêdayî Musilê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de pênc kesan jiyana xwe ji destdan. Yek ji wan ciwanek bi navê Ehmed Cibûrî yê ji Musilê ye. Nasnameya çar kesên din heta niha eşkere nebûne.

ROJNEWS

Show More
Back to top button