‘Me bi xwe parastina xwe kir, divê Iraq vê yekê bibîne’ 

Endamên Meclîsa Duhla û Asayîşa Êzidxanê diyarkirin ku ên ku civaka Êzidî parastin, îro carek din parastina xwe dikin û gotin; “Heger Iraq bikariba me biparêze, pêwîst ne dikir em îro xwe bi parêzin, lê Iraq nikare. Ji bo wê emê heya dawî xwe biparêzin û kes nikare Asayîşa Êzidxanê ji holê rake.”

 

Endamên Meclîsa Duhla ya Şengalê û Asayîşa Êzidxanê, derbarê nêzîkatiyên Hikumeta Iraqê ya li hemberî civaka Êzidî, bi taybet hewldanên zeyîfkirina Asayîşa Êzidxanê, ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclîsa Duhla Pîr Seydo: “Ji dema fermanê heya niha me li Şengalê li ber xwe daye, em parastina xwe dikin û xwe bi rêve dibin. Ev rêxistinbûna me ne karekî ji dervey yasayên Iraqê ye, di destûra Iraqê de mafê her civakê heye xwe birêve bibe û parastina xwe bike. Iraq pêwîste li gor destûra xwe tevbigere. Li Şengalê keç û xortên Êzdiyan li ber xwe dan û herêmê ji çeteyan paqijkirin, Şengal jî beşek ji Iraqê ye, me axa Iraqê parastiye û divê oxirê de jî şehîd dane. Bi biyara Neteweyên Yekbuyî mafê me jî di destûrê Iraqê de heye û pêwîste Iraq jî li gor van yasayan kar bike. Ol û  zimanê me pêwsîte bê fermîkirin û em karibin xwe bi rêve bibin. Emê dest ji mafê zarokên xwe bernedin, ku ji dema fermanê de li ber xwe dane, li ber sermayê û germa havînê ked dane, em jî daxwaza mafê xwe dikin.

Asayîşa Êzdîxanê ji bo parastina gelê me ji ciwanên Êzidî hatiye avakirin, ev biryarek gele. Iraq niha dixwaze vê Asayîşê tine bike, gef û êrîşên li ser Asayîşê ne qanûniye, ji ber wê gel xwe bi xwe diparêze.”

Endamê Meclisa Duhla Heyder Hesen: “Divê her kes xwe berpirsyar bibîne û bihevre daxwaza mafê xwe bikîn. Ji ber em wek civaka Êzidî di Iraqê de pêkhateyekî serekî ne. Pêwîste gelê Êzidî ji bo pêşeroja xwe bifikire û bi hevre yekîtiya xwe ava bike. Daxwaza mafê xwe bikin, parastina xwe bikin û rê nedin ku carekî din zilm li ser wan bête kirin. Ji dema fermanê de em xwe diparêzin û li hemberî hemû êrîşan me li ber xwe daya, lê heya niha wek tê xwestin Iraq nebûye alîkar. Ên ku destpêkê li ber xwe dan, em bûn. Me şer kir, divê Iraq jî vê berxwedaniya hatî kirin, ji bîr neke.”

Endamê Asayîşa Êzdîxanê Îzet Şengalî: “Ji bo carek din ferman li ser me dûbare nebin, me asayîşa xwe hêza parastinê daye avakirin, pêwîste her ciwanekî Êzidî  bi vê hêzê serbilind be, em wek ciwanên Êzidî eger çi bikin jî em xwe deyndarê vê civakê dibînin. Lê tişta herî pîroz ewe em ji bo dayîk û xwişkên xwe di nava parastina Şengalê de cihê xwe bigrine. Em wek Asayîş bi berdewamî di nava tevahiya gund û navçeyên Şengalê de bi erka parastinê radibin. Ev yek pêwîste bête kirin, eger îro zarok û malbatên me bi selametî dirazin, ev ji bo me serbilindiye.

Yek ji sedemê ku îro me çek hilgiritiye, hikûmeta Îraqê ye, wan em ne parastin û bi erka xwe ranebûn, eger bi erka xwe rabûbana û rê nedaban ku êrîş bi ser mede bên, niha me pêwsît nedidît ku em xwe bi xwe bi biparêzin. Ji ber wê jî tu hêz nikare asayîşa Êzdîxanê tine bike.

ROJNEWS- ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button