Li Şengalê dengdan destpê kir
Li Şengalê dengdana ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê saetek bi derengî, saet di 08.00’an de destpê kir. Wê li 52 navendan û 68 hezar Şengalî li ser 427 sindoqan dengên xwe bidin.
Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê îro saet di 07.00’an de ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê dengdanê destpê kir, lê li Şengalê li gelek komelgehan, dengdan piştî saet 08.00’an bi derengî destpê kir.
Her çiqas daxuyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî, li hin komelgehan derenghatina karmendên komîsyona hilbijartinê wekî hincet hatiye nîşandan.
Ji saetên sibehê ve, li navenda Şengalê û li hemû gund û komelgehan Şengalî berê xwe didin navendên hilbijartinê. Tê payîn rêjeyeke bilind a dengdanê li Şengalê derkeve.
Li Şengalê bi giştî li 52 navendan, 427 sindoq hatine danîn û derdora 68.000 Şengalî wê heya saet 18.00’an dengên xwe li van navendan bikar bînin.
Navendên hilbijartinan û hejmara sindoqan wiha ye:
Şengal: 8 Navend 63 Sindoq
Tilbinat: 3 Navend 21 Sindoq
Tilqeseb: 4 Navend 34 Sindoq
Tilezêr: 6 Navend 48 Sindoq
Sîba Şêx Xidir: 4 Navend 36 Sindoq
Girzerik: 2 Navend 17 Sindoq
Qapûsî: 2 Navend 14 Sindoq
Werdiyê: 1 Navend 2 Sindoq
Sikêniyê: 1 Navend 2 Sindoq
Xanesor: 5 Navend 48 Sindoq
Sinûnê: 3 Navend 26 Sindoq
Digur: 4 Navend 39 Sindoq
Duhola: 2 Navend 20 Sindoq
Borik: 3 Navend 17 Sindoq
Guhbel: 2 Navend 19 Sindoq
Zorava: 1 Navend 12 Sindoq
Herdan: 1 Navend 9 Sindoq
ROJNEWS-ŞENGAL