Rihan Hesen: Îradeya gelê me ji van êrîşan mezintir e

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen diyar kir ku çiqas êriş çêbîn jî îradeya gel ji van êrîşan mezintir e û got: “Artêşa Iraqê behsa heybeta dewletê dike lê nikare asîmanê xwe biparêze. Bila gelê me hişyar be, hêza herî mezin hêza gel e.”

Îro li Şengalê di encama êrîşên balefirên biçêk ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd ketin, 2 şervanên YBŞ’ê jî birîndar bûn. Sibe saet 10:30’an de li Şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş.Berxwedan, ji bo fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan ên ku di êrîşan de şehîd ketin, merasîm were lidarxistin.

Piştî cenazê anîn Nexweşxaneya Xanesorê bi sedan Şengalî û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li ber nexweşxaneyê kom bûn. Li vir Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Rihan Hesen derbarê êrîşên dawî de daxuyaniyek da.

Rihan Hesen di daxuyaniyê de destnîşankir ku ruxmê evçend êrîş li ser Şengalê têne kirin jî dewletên navneteweyî û hikumeta Iraqê bêdengiya xwe didomînin û got: “Îro ew kesên ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dane, DAIŞ têk birine û Şengalê parastine, hedef têne girtin.”

‘Artêşa Iraqê behsa heybetê dike lê nikarin daxuyaniyek bidin’

Rihan Hesen balê kişand ser liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê ya li Şengalê jî û wiha berdewam kir: “Niha artêşa Iraqê di navbera her malekî de xwe bicih kirine û dibêjin emê Şengalê biparêzin lê nikarin asîmanê Şengalê biparêzin. Behsa heybeta dewletê dikin lê nikarin yek daxuyanî bidin. Ewê bi vî rengî Şengalê biparêzin? Şengal bi keç û xortên xwe parastina xwe dike.”

‘Hêza herî mezin hêza gel e’

Rihan Hesen li hemberî van êrîşan bi van gotinan bang li civaka Êzidî kir: “Hêza herî mezin hêza gel e. Bila gel hişyar be. Bi hincetên vala Şengalê hedef digirin. Hikumet hêza xwe tîne Şengalê, dibêjin em ji bo parastinê hatine lê nikarin yek daxuyanî bidin. Û yên dibin sebep ku ev êrîş pêk tên ew in.

Em wekî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dibêjin ku, çiqas êrîş çêbin jî wê îradeya gelê me ji van êrîşan mezintir be. Wê tu carî nikaribin civaka Êzidî tune bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li Şengalê pêk bînin. “

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button