Nafiye Mêşo: Wê îradeya gelê Rojava biserkeve, dijmin têk biçe 

Endama TAJÊ Nefiye Şemo anî ziman ku civaka Êzidî xelkê Rojavayê Kurdistanê wekî parçeyek ji xwe dibîne û sedema êrişan wiha şîrove kir: “Ji bo gel xwe ji fikrê Rêber Apo dûr bike û nebe xwedî îrade êrişê gel dikin. Lê îradeya gel wê her bi ser bikeve û dijmin têk biçe.”

Dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kirine û ev êriş heya nihe berdewam dikin. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nefiya Mêşo têkildarî êrişên dagirkeriyê ji ajansa me re axivî û ji bo rê li ber êrişa bê girtin banga xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê kir. Nefiya Mêşo di destpêka nirxandina xwe de balê kişand ser berxwedana gel a li hemberî êrişan û got : “Li Rojava ji bo parastina xwe gel berxwedaneke mezin dike, em vê berxwedaniyê pîroz dikin. Em wekî jinên Êzidî bi van êrişa pir dêşin, ji ber ku em xelkê Rojava wek parçeyek ji xwe dibînin ku di dema fermanê de ji me re bûn piştek.’’

‘Lazim e herkes bibe xwedî helwest’

Nafiye Şemo diyarkir ku dewleta Tirk a dagirker li her derê destkeftiyên gelê Kurd dike hedef û wiha axivî: “Lazime hemû Kurd bi vê zanebûnê nêz bibin. Ji bo civaka me ya Êzidî jî her kes rewşa Êzidiyên li Efrînê dibîne ku çawa rastî kiryarên wekî DAIŞ’ê tên. Eger herêmên din jî bikevin bin serweriya Tirkiyê wê heman kiryar li wan deran jî dûbare bibin. Ji bo rê li ber van êrişan û dagirkeriya Tirkiyê bê girtin pêwîst e her kes bibe xwedî helwest û bêdeng nemîne.’’

‘Hemû herêmên Kurdistanê hedefa dewleta Tirk e’

Nefiya Şemo balkêşa ser asta êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Niha li ser Rojava ev êriş dewam dikin lê piştî Rojava hemû herêmên Kurdistanê wê bibin hedefa dagirkeriya Tirk. Dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê jî êrişên xwe pêk tîne û bi awayekî herî giran pêşengên me dike hedef. Erdogan dixwaze zilma xwe li ser hemû gelan pêk bîne, ji bo dawî li vê zilmê were pêwîst e hemû kesên azadîxwaz rabin ser xwe û rê li ber van êrişa bigirin.”

‘Dixwazin gel ji fikrê Rêber Apo dûr bikin’

Nefiya Mêşo Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî bibîrxist û wiha  axaftina xwe bidawî kir: “Di 9’ê Cotmeha 2019’an de êriş birin ser Serêkaniyê û di 9’ê Cotmeha 2020’an de de li ser Şengalê jî peyman îmzekirin. Niha jî em ber bi dîroka 9’ê Cotmehê ve diçin û dewleta Tirk a dagirker carekî din dest bi êrişên xwe kiriye. Hedefa wan ewe hemû gelên ku xwe li ser fikrê Rêber Apo birêxistin kirine, ji holê rakin û rê nedin gel bibe xwedî îrade. Ji bo gel xwe ji fikrê Rêber Apo dûr bike êrişî ser gel dikin. Li Rojava her tişt li ber çava ye ku çawa bê cûdahî gelê medenî dikin hedef û wan şehîd dikin. Lê îradeya gel wê her bi ser bikeve û dijmin têk biçe.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button