Artêşa Iraqê ne aramî û ewlehî, zirar û metirsî bi xwe re anî Şengalê  

Artêşa hikumeta Kazimî her çiqas îdia bike ku ew ji bo aramî û ewlehiya Şengalê di nav liv û tevgerê de ye, êrişên giran ên artêşê jiyana gel xistiye nav metirsiyê û zirareke mezin daye mal û milkên gel.

Li Şengalê duh di encama êrişên artêşa Iraqê de ji saetên sibehê heya ber êvarê li nahiya Sinûnê û komelgeha Dîgurê şer û pevçûneke giran rû da. Artêşa Iraqê di van êrîşan de tank jî nav de hemû çekên giran bikaranîn.

Artêşa Iraqê ji bo van êrişên xwe rewa bike û armanca xwe ya esasî veşêre her carê vê îdiayê dike; “Em ji bo aramî û ewlehiya gele Şengalê di nav vê tevgerê de ne.” Lê di rastiyê de ya ku aramî û ewlehiya Şengalê têk dibe û zirarê dide gelê Şengalê, êrîşên artêşa Iraqê bi xwe ye.

Ev rastî di dîmenên piştî şer û pevçûnan de jî bi zelalî xuya dike. Duh di êrişên artêşa Iraqê ya bi tank û çekên giran de hejmareke zêde ya mal û milken gel zirar dîtiye. Li ser gelek mal û dikanan şopên van êrîşên giran hene.

Ji bilî zirar û ziyana madî, duh di êrîşên giran ên artêşê de gelek malbat di bin xeteriya mirinê de man. Di dema ku artêşa Iraqê bi tank, wesayîtên zirxî û çekên giran ket nav mal û milkên gel, piraniya malbatan ji van êrişan di kêliya dawî de xwe rizgar kirin.

Artêşa Iraqê bi van êrişên xwe yên dawî şer anî nav gund û bajar û jiyana gel xiste nav xeteriyeke mezin. Wekî din di encama van êrişan de zirareke mezin a madî gihiştiye mal û milkên welatiyên Şengalê.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button