Bi pêşengtiya TAJÊ Şêwra jinên Iraqê wê bê li darxistin

Li seran serê Iraqê ji bo fermanan 74’an  wê bi pêşengîtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Jinên Iraqê ji bo fermanan 3’ê Tebaxa 2014’an wê di rojên pêş de Şêwrek were li darxistin

https://www.youtube.com/watch?v=J6QoFXfpncQ

Şengal- Li Iraqê wê ji bo fermanan 74’ê bi pêşenktiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Jinên Iraqê wê ji bo fermanan 3’ê Tebaxa 2014’an Şêwrekê were li darxistin. Di Şêwrê de rojeva sereke fermana 3’ê Tebaxa  2014’an û ji bo fermîkirina Jînosayda li ser Gelê Êzidî wê guftogo werin kirin.  Armanca Şêwrê ewe kû dengê tevahî jinên Îraqê bibe yek û pêşî li qirkirina jinan bigrin.

Endama Rêveberiya Tevna Arikariya Jinên Êzdî Ferîde Şengal di derbarê armanca Şêwra kû di rojên Pêş me de were li darxistin ev agahî da û got: “Me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) ji bo fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek rezê çalakî dane despêkirin. Yek ji wan xebatên me yên giring jî di rojên pêş me de bi Pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) avakirina Şêwreyek ya Jinên Iraqê ye. Em jî weke Komîteya amadekar ya vê Şêwra jinan  cihê xwe di nav de digirin û me gelek amadekarî ji bo Şêwra xwe kirine. Armanca Şêwra me ewe kû em tevahî jinên Îraqê bikin yek û em bi giştî qir kirina li ser jinan binirxînin, her wiha bi taybet emê fermanê binirxînin. Di fermanê de bi hezaran jin hatin qetilkirin revandin û firotin. Ji bo em fermanê û wan jinan nedin jibîr kirin emê van xebatan bidin meşandin.”

‘Ger em bûn yek emê rê nedin fermanan’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina da zanîn ku ger bibin yek wê pêşî li her cure fermanan bigrin û wiha dom kir: “Em wê ji bo kû fermana 3’ê Tebaxa 2014’ weke jînosayd ji cihan û bi taybet ji dewleta Iraqê re bidin qebûl kirin wê xebat bimeşînin. Ya herî giring ew kû divê fermanê de jinên ji ol û baweriyên cuda jî rasît qetil kirine hatine. Ji bo wê kar û xebatekê kû em divê demê de bidin meşan din wê ji bo tevahî jinên cihanê encamgirbe. Ger em bibin yek em bikarin li beramberî koletî û fermanan rabin û rê nedin tu fermanên din were ser jinên Şengalê.”

JÎNHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button