Şêwra jinên Iraqî ya dibin pêşengiya TAJÊ de hate paşxistin

Biryarbû bi boneya fermana 74’an a li ser Êzîdiyan jinên Êzîdî li asta Iraqê de şêwrek lidarbixe. Lê di çarçoveya tedbîrên pêşî lê girtina koronayê de ji bo demekî ne diyar hate paşxistin

Rêveberiya TAJÊ diyar kiribû, ewê bi boneya fermana 74’an a di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêkhat, li Iraqê şêwreke jinan lidarbixin.

Lê ji ber biryarên giştî yên asta welat de ji bo pêşî lêgirtina koronayê, hate gotin ku wan şêwra jinên Iraqê paşxistiye, bo demekî ne diyar.

Daxuyaniya TAJÊ ya têkildarî mijarê wiha ye;

“Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ev demeke ku bi kelecanekî mezin  me amadekariyên komxebata Jinên Iraqe dimeşand. Xebata me wê ji bo pêşî li fermanên nû were girtin û demokratîzekirina Iraqê ba. Tevî hemû zehmetiyan jî em gihîştin astekî girîng.

Ji bo me xebat bi hemû jinên pêşeng, şexsiyetên siyasetmedar, û azadîxwaz yên Iraqî re meşandin giringe. Di salvegera Fermanê de me xwest wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi pêkhateyên Iraqî re komxebatek di bin dirûşma ‘ Tekoşîn û Yekitiya Jinan pêşilêgirtina Fermana ne ‘  lidar bixin. Lê mixabin ji ber rewşa COVİD-19 em neçar man ku vê komxebatê ji bo wextekî ne diyar bidin taloqkirin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button