Çalakiya xelkê me dewam dike

Ev 87 rojin xelkê me li ser piyane û li tevahî cîhanê nîşan dide ku ew tudem peymana 9’ê Cotmehê nasnakin. Çalakiya xelkê me ya bi armanca statuya Şengalê dayîna qebûl kirin, ya ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatiye destpêkirin îro ket roja xwe ya 87’an

Ruxmê şert û mercên zehmet jî xelkê me bi biryar e û dibêje heya ku daxwazên wan pêkneyên ewê dest ji çalakiyên xwe bernedin.

Çalakiya Welatiyên me li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi konê berxwedanê didome.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike û ji aliyê xelkê me ve jî eleqeyek mezin dibîne. Xelkê me jî kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Show More
Back to top button