TAJÊ amadekariyên xwe ji bo 8’ê Adarê eşkere kir

Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) ragihand ku ewê bi dirûşmeya, “Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya Rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe” 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pêşwazî bikin

Weke li çar aliyê cîhanê li Şengalê jî amadekariyên ji bo 8’ê Adarê hate destpêkirin.

TAJÊ bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hem bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir, hem jî 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Daxuyaniyê TAJÊ’ê de wiha hate gotin: “Em vê rojê di serî de li Rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz, têkoşer, berxwedêr; jinên ku niha li zindanê de, di greva birçûbînê de ne û li hemû girtiyên azadiyê pîroz dikin û dibêjin wê ev berxwedana me bi serkeftin û bi bilindkirina ala azadiyê re tacîdar bibe.”

Daxwuyaniyê de evna jî hate ser ziman: “Di dîrokê de gelek jinên pêşeng derketine ku li dijî bê dadî, bêmafî û bindestiyê têkoşîyane. Serî ji zilma desthilat û hişmendiya baviksalarî re netewandin e. Îro em jinên Êzîdî, jî peyrevên van jinên pêşeng û xwedî vîn în. Şengala ku hat qerexa qirkirinê emê, ji nûve avabikin, ala ku wan rakiriye bigihînîn roja serkeftinê.”

Daxwuyanî wiha berdewam dike: “Ji xwe piştî fermanê weke jin me, dest bi pêla rêxistinkirinê kir û xwest ku em tola hemû fermanan bi jina rêxistin kirî, şareza û zana hilînîn. Lewma me xebatê xwe ya perwerde kirinê, gund bi gund meşand û heya roja îro aniye. Em bi karesatek mezin re ru bi rû hatine; ji me bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, gelek jin ji bo radest nebûn, ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji lat û zinaran avêtin. Mînakên wan jî weke Daye Gule heta keliya dawî berxwe daye û Cîlana ciwan ji bo nekevê destê DAIŞ’e dawî jiyana xwe anî ye. Kevneşopiya sedan sala ya berxwedaniya jinê wek pêlekî herikandin dîrokê.”

Daxwuyanî wiha domiya: “Îro em heyfa hemû ferman û êrîşên hêzên desthilatdar bi berxwedan û serî netewandin û bi pêşketinên civaka xwe re hiltînîn. Lewma di her qada jiyanê de cihê xwe digrin û rengê jinê didin her qadekî. Îro li Şengalê di hişmendiya bi hezaran sal ya baviksalarî de guhertin çêdibin. Gavên nû tên avêtin. Jinê di qada civakî, aborî, siyaset, leşkerî, çand û hunerê de cihê xwe girtiye. Lewma civaka Êzidî bi vî rengî pêş dikeve.

Herçiqas têkoşîna azadiya jinên Êzidî gihaştibe astekî girîng jî; hîna bûyerên xwekujî rûdidin û ev jî dide nîşandan ku gelek pirsgirêkên yên malbatî nehatiye çareserkirin. Ji ber vê êşa mezin divê xebat hê bi berfirehtir bê meşandin. Lewma em dibêjin bingeha hemû çareseriyan xwe rêxistinkirin e. Di cîhanê de jin, li seranserê cîhanê jî ji mafên xwe yê civakî, aborî, tevlîbûna jiyana polîtîk, perwerde û gelek qadên din de jî rastê neheqiyan tê, tundiya li ser jinê ne qediyaye.

Divê hemû rojên me bibe rojên bilindkirina têkoşîna azadiyê. Lewma ne tenê roja 8’ê Adarê; divê hemû rojên me bibe rojên bilindkirina têkoşîna azadiyê. Divê em her roj û her kêlî di nav têkoşînê de bin. Îro wek jin, him jî wek civaka Êzîdî em li dijî şîdet, destdirêjî, neheqî û zilma li ser jinan tê meşandin dengê azadî, wekhevî û hevrabûna gelan bilind dikin. Di dîroka mirovahiyê de kilîla ku derî li azadîya gelan vekiriye Azadîya jinê ye. Lewma ji bo ku civak azad bibe, divê pêşî jin azad bibe.

Wek tê zanîn jin xelaka hemû nirxên pîroz e. Em wek jinên Êzîdî zext, tundî û destdirêjiya ku li seranserê cîhanê rû dide şermazer dikin û hemû kiryarên dijî jinê li ser xwe dibînîn. Bang li raya giştî ya jinê dikin ti neheqiyê li ser xwe, li ser zayenda xwe û mirovahî qebul neke.

Têkoşîna ji Xatuna Fexra, Zarîfa Osê, Stiya Nisra, Clara Zetkîn, heya Besê, Zarîfe, Leyla Qasimê; ji Xanê, heya Hevrîn Xelef, Sara, Berîvan Agal û Bêrîvan Şengalî hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bibîrtinîn û soz didin ku em ê têkoşîna wan bigîhînîn serkeftinê. Em weke jinên Ezidî bi dûruşmeya, ‘Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya Rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe’ 8’ê Adarê peşwazî dikin.”

Show More
Back to top button