Êzidiyek bi guleya hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin ku sibehê di derdora saet 09.00’an de ji Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê gelek gule teqiyan û gelek gule li derdor û hundirê kampa Çem Mişko ketine û di encamê de welatiyê bi navê Şekir Xwedêda Hesen (45) jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ANF’ê ku agahiyan ji welatiyên Kampa Çem Mişko wergirtîn, sibehê di derdora seat 09.00’an de ji Akademiya Leşkerî ya Zaxo ku hêzên PDK’ê tê de perwerdeya leşkerî dibînin, gelek gule teqiyane û gelek ji wan guleyan li derdor û hundirê kampê ketine.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku guleyek ji wan li mala welatiyê bi navê Şekir Xwedêda Hesen (45) ket û ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû, lê beriya ku bigihije nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku cenaze rakirine Tipa Edlî ya Duhokê û heya niha di derbarê buyerê de agahiyek ji aliyê saziyên peywendîdar ve nehatiye dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

02/12/2023 

 

 

Show More
Back to top button