Li Şengalê jinên Ereb bi boneya 25’ê Mijdarê civîn lidar xistin

Bi boneya nêzîkbûna 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtîjiya li Ser Jinê, li gundê Bîrcarî yê devera Ereban ya Şengalê civînek ji aliyê Meclisa Jin ya Herêma Ereban ji bo jinên Ereb hate lidarxisitin.

‘Pêwîste Tekoşîna Me Mezin Bibe’

Di civînê de endama rêveberiya meclisa jinên Ereb Fatma Berho Axivî û da bal kişand ser tundûtîjiya li ser jinê û asta tekoşîna jinan û wiha got: “Di civaka me de şêwazên tundûtîjiyê mixabin pir zêde ne ku li ser jin têne meşandin. Mînak li Îranê di bin navê Îslamê de jinê recim dikin ta mirinê. Lê belê em hemû jî li dijî tundûtîjiya li ser jinê ne. Mînak zewaca temenê biçûk di nava civaka me de, ew jî pir li pêşe ku keçek biçûk bi kalekî re didin zewicandin. Keçekî ku di destpêka temenê xwe de ye û tiştekî ji jiyanê hîna fam nekiriye, ev dibe tundûtîjiyek li hemberî wê zarokê. Ji bo wê jî pêwîste êdî jin li hemberî vê zêhiniyeta ku di bin navê namûs û şerefê de tundiyê dikin bisekinin û qebûl nekin. Di bin navê şerefê de zewicandin, tundiye. Pêwîste tekoşîna me mezin bibe.”

‘Bi Naskirina Fikra Azad, Me Gavên Azadiyê Avêtin’

Ji beşdarvanan Zihûr Ehmed endama meclisa jinên Ereb di civînê de axivî û bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Berê her kesî dizanî ku zilam serdeste, lê belê niha nikarin wisa bêjin ji ber ku êdî em jiyaneke wekhev ava dikin. Em di her tiştî de wekhev jiyan dikin, derketin, çûyin û hatin û hwd. Niha pêwîst bike em karîn biçin ta dawiya dinê û tu kes nikare bêje siya we xware. Bi saya fikir û felsefeya Rêber APO çavên me vebûn û me gavên mezin avêtin. Berê me zilamek didît me xwe vedişart ji şerman. Lê niha em dibînin, daxivin û nîqaşan dikin û bi serbilindî li ser ekranên televîzyonan dengê xwe derdixin. Ev gavana bi saya fikr û felsefeya Serok APO pêşket.”

Sultana Sebah jî di civînê de axivî û nerîna xwe bi çend hevokan anî ziman û wiha got: “Em tundûtîjiya li ser jin qebûl nakin. Berê me jî pir paşketî jiyan dikir. Fikrê me nebû. Tenê li mal em mabûn.  Lê niha bi hatin û çûyînê jiyana me ji çarçoveya nan çêkirinê û li malê mayînê derket.”

Piştî civîn bidawî bû li heman cihî ji aliyê meclisa jin a herêmê ve, ji bo xortan jî têkildarî 25’ê Mijdarê civînek hate  lidarxstin û li ser tundûtîjiya li ser jinê ya di nava civakê de, nirxandin hatine kirin û ji bo pêşî li zextên liser jinê bên girtin nêrîn pêşketin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button