Serdana Hêzên Parastinê kirin

Şandeya ku ji nûnerê TAJÊ, PADÊ, Desteya Eşaîrî ya Şengalê û Meclisa Xweseriya Demokratîk pêk dihat serdana Hêzên Parastinê kirine. Xebatkara Radyoya me Sena Qîranî jî amade bû û dosyayek ji bo guhdarvanên radyoya me amade kir

Şandeya ku ji nûnerê Tevgera a Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Desteya Eşaîrî ya Şengalê û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk dihat serdana Hêzên Parastinê yên Şengalê kirin. Xebatkara Radyoya me ya Dengê Çira Şengalê Sena Qîranî jî di dema serdanê de amade bû û dosyayek ji bo guhdarvanên radyoya me amade kir.

Şande serdana Navenda Asayîşa Êzidxanê ya li Sinûnê kirîbû û ji aliyê endamên Asayîşa Êzidxanê ve hatîbû pêşwazîkirin.

Şande piştre çûbû baregeha hêzên Artêşa Iraqê jî. Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk û ewlehiya Şengalê hatîbû nîqaş kirin.

Herî dawî şande çûbu serdana Navenda YBŞ’ê û YJŞ’ê ya li Xanesorê jî û ji aliyê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê ve hatîbûn pêşwazîkirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço têkildarî serdanê ji rojnews re axivî û got: “Niha xeterî li ser Şengalê heye. Ji bo em karibin wek gel û hêzên parastinê bi hev re rûbirûyî her cure êrişan bibin me ev serdan kir. Ji ber erka wan parastinê me spasiya wan kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan anî ziman.”

Yek ji berpirsê Asayîşa Êzidxanê Elî Hisên jî axivî û got: “Em ji bo serdana gelê xwe pir kêfxweşin. Ji bo me dibe sedema moralê. Em wek Asayîşa Êzidxanê çawa beriya niha me Şengal parastiye, ji niha û şûnde jî em ê li ser erka xwe berdewam bin. Ji bo her metirsiyek li ser Şengalê em amade ne û em ê rê nedin kesek ewlehiya Şengalê têk bide.”

Show More
Back to top button