Yek ji xalên civîna Barzanî û Kazimî Şingal bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya. Hate ragihandin, yek ji xalên civînê Şingal bû

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê naveroka civîna Barzanî û Kazimî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de li ser hevkarî, hemahengiya di navbera sazî û dezgehên Hikûmeta Iraqê û Herêmê de, her wiha rûbirûbûna terorê, rewşa Şengalê û rewşa tendirustiya Herêm û Iraqê hate niqaşkirin.

Hate gotin Mistefa Kazimî teqez li ser pêwîstiya hevkariya ewlekariyê ya di navbera Baxda-Hewlêrê de kiriye bi awayekî ku aramiya navxweyî dabîn bike û rê li ber her valahiyeke ewlehiyê bigire, da ku teror nikaribe sûdê jê bibîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Nêçîrvan Barzanî jî behsa rêyên çareserkirina pirsgirêkên navxweyî kiriye û diyarkiriye ku divê di warê ewlehiyê de hevkariya navbera her dû aliyan de hîn zêdetir were xûrtkirin.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button