Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatine çapkirin

Weşanên Na 5 pirtûkên nû bi navê “Seta Êzdiyatiyê” çap kiriye. Nivîskar Kemal Tolan van pirtûkan nivîsandiye. Ajansa Mezopotamya li ser van pirtûkan hinek agahî parvekirine

Ev her 5 pirtûkên nû ji “Seta Êzdiyatiyê” pêk tê. Her pênc pirtûk jî ji aliyê nivîskar Kemal Tolan ve hatine amadekirin. Pirtûkên hatin çapkirin di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtine û li ber destê xwendekaran e.

Tê parvekirin ku di van pirtûkan de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên êzdatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyvîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine.

Di nuçeyê de tê bal kişandin ku bi van pirtûkan de gelek agahî hatine parvekirin. Rastiya nexşeyên cihê ku civaka me lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografiya me, tabloyên navên cih û warên me, îstatîk û analîzên kevn û nû jî têde cih digre.

Weşanên Na derbarê pirtûkên nivîskarê xwe Kemal Tolan de wiha gotiye:

“Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn li ser êzdiyatiyê hatine nivîsandin. Bi destên kesên ne êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirin e. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên êzdî, yên li qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropayê ne hatine berhevkirin. Li gora nuçeyê mijara gotinê ev pirtukin;

Berhemên di setê de jî cih digirin ev in:

1- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –

2- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – Î

3- Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

4- Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdiyatiyê dikin

5- Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan”

ÇAVKANÎ; AJANSA MEZOPOTAMYA (MA)

Show More
Back to top button