Dayê Neam: Şengal ya şehîdane, em destûr nadin xayîn û xwefiroş bikevinê!

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam Bedel ku yek ji dayîkek têkoşer ya di çalakiyên li dijî pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê de rol lîstiye diyar kir: “Berxwedana bi pêşengiya dayîk û jinên Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê asteng kir. Heya dayîk hebin, wê destûr neyê dayîn ev peyman pêk were. Ji ber Şengal ya şehîdane, em rê nadin lingê xayîn û xwefiroşan bikeviyê.”

9’ê Cotmeha 2020’an komployeke bi qilifeke yasayî li dijî Rêveberiya Xweser û demokratîk ya Şengalê li ser daxwaza dewleta Tirk a faşîst û nokerê wê PDK’ê bi serokwezîrê wê demê yê Iraqê Mistefa El-Kazimî re hate îmzekirin. Piştî fermana 2014’an Şengal bûbû yek ji aramtirîn herêmên Iraqê, sîstema xwe ya demokratîk û parastinê ya xwe dispêre hêza Êzidiyan avakiribû. Lê dewleta Tirk û PDK’ê ji bo têkbirina destkefiyên Êzidiyan û li beramber fermanan bêparastin bihêlin, komployek bi qilifê yasayî dijî Êzidiyên Şengalê îmzekirin. Piştî wê timî pêşengên Êzidî kirin hedef û komkujî li Şengalê pêkanîn.

Lê Êzidî vê peymanê weke fermaneke din a dijî xwe binavkirin û bi hemû hêza xwe li dijî wê rabûn. Yên pêşengiyê ji vêya re kirin jî dayîk û ciwanên Şengalê bûn. Endama Kordîsyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ku yek ji wan pêşengên dijî ferzkirin û pêkanîn peymana 9’ê Cotmehê bû, di salvegera peymanê de ji ajansa me re axivî.

‘Ya bi fermanê nekarîn, xwestin bi peymanê bikin’

Dayê Neam îşaret bi aliyên ku di peymana dijî destkeftiyên Êzidiyan de cih girtiye kir û got: “Herêma Kurdistanê, Bexda, dewleta Tirk û Neteweyên Yekbûyî vê peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin. Me piştî 2014’an bi fikrê Rêber Apo ji fermanê rizgar kir, ew bi vê fermanê negihiştin armanca xwe. Lewma xwestin bi rêya vê peymanê me tine bikin.’

‘Em nahêlin ev peyman pêk were’

Dayê Neam di dewama axaftina xwede diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan jî, nekarîne vê peymanê pêk bînin û got: “Tevî hemû hewldanên wan jî, nekarîne vê peymanê cêbicê bikin û em nahêlin pêk were jî. Heya em dayîk li ser piyan, em rê nadin ew vêya pêk bînin. Bi vê peymanê dixwazin asayîşa me, hêzên me, sazî û dezgehên me tine bikin û me vegerînin beriya 2014’an. Heya em dayîk hebin, em rê nadin lingê yek kesê me di destê dijmin de hiştiye, bikeve Şengalê û jixwere rehet rûnin.’

‘Şengal ya şehîdan e’

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam keda şehîdan ya li Şengalê bibîrxist û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Şengal ne ya kesên wisaye, ya şehîdan e. Em deyndarê wan şehîdanin, ji saya wan em li ser piyanin. Ji ber vêya emê ticarî nehêlin lingê xayîn û xwefiroşan bikeve Şengalê. Divê were zanîn emê Şengala xwe nespêrin ti kesî. Emê bi têkoşîn û berxwedana jinan biryarên wan vala derbixin.”

‘Êrişên di heman dîrokê de ne tesadûfin’

Dayê Neam diyar kir, komploya li dijî Rêber Apo, li dijî Rojava û dijî Şengalê bihev ve girêdayiye û wiha dom kir: “Di sala 1998’an de komploya navnetewî ya li ser Rêbertî destpêkir, 2020’ê jî peyman li dijî Şengalê hate îmzekirin û beriya wê jî dewleta Tirk êrişê Rojavayê Kurdistanê kir. Ev êrişên di heman dîrokê de ne tesadüfin û her carê bi rêbazek cûda êrişê gele me dikin. Lê em nahêlin yek pîlaneke wan jî serbikeve.”

‘Jin pêşengiyê ji vala derxistina peymanê re dikin’

Li ser pêşengiya dayîk û jinan ya ji bo vala derxistina peymana 9’ê Cotmehê jî dayê Neam wiha axivî: “Dayîk pêşengiyê ji çalakiyên dijî peymanê re kirin. Di her demên herî zehmet de dayîk li pêşbûn û dê wisa jî dewam bike.”

‘Êrişa li ser Rojava tê wateya êriş wê li ser Şengalê jî çêbibe’

Dayê Neam êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bibîrxist û îşaret bi van metirsiyan kir: “Ev êrişên ku niha li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Divê ti kes xwe nexapîne û gelê me jî vêya baş bizane, niha êrişê Rojava dikin, wê paşê êrişê Şengalê jî bikin, ji ber dijminê me yeke.”

‘Tekane rêya xilasiyê berxwedan e’

Dayê Neam rexneyên tund li hêzên navnetewî yên qaşo bi bahaneya ‘Ewlekariyê’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêne jî kir û vê peyamê da: “Bêdengiya ew hêzên desthilatdar yên weke Rûsya û Emerîka yên li wir, dide nîşan ku piştgiriyê didin dewleta Tirk. Ji ber vê divê li dijî êrişên ku li her derê pêşdikevin, em ji bo parastina ax û welatê xwe berxwedanê mezin bikin û dest bi serhildanê bikin. Hêviya min ji hemû jinan ewe ku li ber xwe bidin, ji ber rêya tekane ya rizgariyê berxwedan e. Ji bo parastina ax û welat li ku derê dibe bila bibe divê berxwedaniya me misoger be. Divê em serhildana zêde bikin û berxwedaniya xwe jî mezintir bikin. Ji ber vê banga parastina çand, bawerî û welat dikim.”

ŞEYDA ELYAS/ŞENGAL

Show More
Back to top button