Komplo an peymanên 9’ê Cotmehê? – 1

Peymana li ser Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan de hate ragihandin. NY’yê, bi navê aramî û ewlehiya Şengalê berpirsyariya vê peymanê girt ser xwe lê êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî di nav 3 salên borî de her ku çi girantir bû.

Îsal 100’emîn salvegera Peymana Lozanê û avabûna Komara Tirkiyeyê ya li ser vê peymanê ye. Eger sedsala 20’emîn ji bo gelê Kurd, gelên Kurdistanî, civaka Êzidî, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn bi ferman, talan, sirgûn û qirkirinê derbas bûye, sedem ev peyman û zarokê vê peymanê rejîma dagirker a dewleta Tirke. Pergala ku bi Lozanê re li Kurdistanê hate danîn bû sedem ku di sedsala 21’emîn de jî ferman û talanên li ser Kurdistanê berdewam bike. Ne tenê li Kurdistanê, Peymana Lozanê sîstema qirkirinê ya seranserî Rojhilata Navîn ava kir. Ji ber vê rastiyê, em dikarin bêjin Peymana Lozanê ‘Peymana Qirkirinê’ ye, ‘Çerxa Qirkirinê’ ye. Gelên Kurdistanî, civaka Êzidî 100 salin di aşê vê peymanê de têne hêran, di çerxa wê de wesle wesle dibin.

Hemû peyman, lihevkirin û pîlanên li dijî Kurdistanê û Êzîdxanê girêdayî Peymana Lozanê hatine mohrkirin. Peymana Sadabadê ya sala 1937’an, Peymana Bexdayê ya sala 1955’an, Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an, Peymana Edeneyê ya 1998’an, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an… Bi cewherî, çavkaniya van hemû peymanên li dijî hebûn û azadiya gelên herêmê, Peymana Lozanê û sîstema wê ya qirkirinê ye.

Peyman 1’ê Cotmehê Hate Mohrkirin, 9’ê Cotmehê Hate Ragihandin

Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û hikumeta Kazimî de hate mohrkirin. Her çiqas du aliyên fermî yên vê peymanê xuya bikin jî, dewleta Tirk ya dagirker hêza esasî ya li pişt vê peymanê bû. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zext li Iraqê kiribû û ev peyman di bin çavdêriya Nûnera Taybet ya Netewên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert de hate amadekirin û mohrkirin. Ji xwe, piştî ragihandina vê peymanê bo raya giştî, dewleta Tirk û Amerîkayê ev lihevkirine yekser pêşwazî kirin.

Peyman, di 1’ê Cotmeha 2020’an de hatibû mohrkirin lê di salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji raya giştî re hate ragihandin, ji ber wê ye wekî Peymana 9’ê Cotmehê tê binavkirin. Peyama Amerîka, dewleta Tirk û PDK’ê zelal bû: ‘’Ev peyman, berdewama komploya navnetewî ye û komployeke nû ya li ser civaka Êzidî û Şengalê ye.’’ Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku bi dîlgirtina fizîkî bi encam bûbû, niha li dijî paradîgma û sîstema ku li ser fikrê Rêbertî hatiye sazkirin bi komplo, êrîş û peymanên nû berdewam dikin. Piştî komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an, dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de dijî Serêkaniyê û Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê êrîşêke dagirkeriyê da destpêkirin, salek piştî wê di heman dîrokê de li dijî Sîstema Demokratîk a Êzidxanê ya li ser heman fikrî hatiye avakirin, peymanek hate îmzekirin. Yanî hêzên ku rê li ber komploya navneteweyî vekirin, vê carê jî li ser pîlaneke qirêj li dijî destkeftiyên civaka Êzidî lihevkirin.

Di Bin Berpirsyariya NY’ê de Êrîşên Qirkirinê Tên Kirin

Di Peymana 9’ê Cotmehê de navê du kesan hatiye nivisîn, li ser navê hikumeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Karên Hindir Rêber Ehmed, li ser navê Îraqê jî Cîgirê Serokê Emnil Wetenî Hemîd Reşîd Faleh. Beguman, Nûnera Taybet ya Netewên Yekbûyî (NY) ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert jî di mohrkirina peymanê de amade bû. Tiştê balkêş, NY bi navê ‘Mîsyona Îstikrar û Ji nû ve Avabûnê’ berpirsyariya siyasî ya vê peymanê da ser milê xwe. Yanî NY, bi îdiaya ku wê li Şengalê aramî, îstikrar û ji vû ve avabûnê pêş bixe piştgiriya vê peymanê kir. Lê encama 3 salan a vê peymanê, êrîşên ku li ser Şengalê yên di vê deme de hatine kirin têne zanîn. NY, xwe xist bin berpiryariyeke wisa ku hemû êrîşên dewleta tirk û PDK’ê veşêre an jî nerm bike. Ji ber vê, NY ji êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê di asta yekem de berpirsyar e. Ji xwe Plasscheart 3 sal in ku bi derd û kulê Şengalê radize û pê re radibe! Beguman derdê Plasschaert ne civaka Êzidî, lê belê serweriya PDK’ê ya li Şengalê ye.

Bi Zimanê Siyasetê Fermaneke nû li Êzidiyan Hate Ferzkirin

Civaka Êzidî, ji roja destpêkê ve li dijî vê peymanê derket û ev peyman wekî ‘’Fermana Yasayî’’ binavkir. Civaka Êzidî bi vê tarîfa xwe  rastiya peymanê raxistibû ber çavan. Civaka Êzidî dît ku di pişt xalên vê peymanê de ku bi zimanê ‘siyasetê’ hatibû amadekirin, fermaneneke nû heye. Bi cewherî Peymana 9’ê Cotmehê piştî fermana bi destê DAIŞ’ê, vê carê jî di bin berpirsyariya NY de ‘Fermana Spî’ li civaka Êzidî ferz dikir. Ji bo naveroka vê peymanê û armanca wê baştir bizanin, pêwîstî bi çavek li xal û hurdekariyên vê peymanê gerandin heye.

Xalên Peymana 9’ê Cotmehê

Rêveberî

-Wê qeymeqameke nû were hilbijartin ku wê serbixwe û profesyonel be, li gorî destûra bingehîn û nîzama dadê tevbigere.

-Piştî ku qeymeqam were hilbijartin, ji bo cihên din yên rêveberiya îdarî wê mîsoger werin tayînkirin. Ev kesane wê ji aliyê komîsyoneke hevpar ya ji her du aliyan ve (Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê) werin tayînkirin.

Ewlehî

-Li derveyî polîsê Federal, ewlehiya niştimanî û yekîneyên îstixbaratê, wê tu hêzeke din ya çekdar ji ewlehiya herêmê ne berpirsyar be. Wê hemû hêzên din yên çekdar ji Şengalê werin derxistin.

-Wê li Şengalê ji bo ewlehiya hindirîn (asayiş) 2500 kes werin erkdarkirin û ewlehiya li herêmê were xurtkirin.

-Wê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Şengalê û derdora Şengalê were dayîn. Wê rê li ber were girtin ku PKK li herêmê xwedî rol û rist be.

Ji Nû ve Avabûn

-Wê hikûmeta federal ya Bexdayê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê komîsyoneke hevpar ava bikin û bi hevkariya îdareya Nînovayê ji bo ji nû ve avabûna herêmê kar bike. Wê erk û rayeyên vê komîsyonê ji aliyê serokwezîrên herêma Kurdistanê û hikumeta federal ve were diyarkirin.

-Ji bo şopandina biryarên derbarê rewşa îdarî û ewlehiyê de, wê her du aliyên ku beşdarî peymanê bûne, komîteyeke hevpar ava bikin.

Xalên Peymana 9’ê Cotmehê her çiqas bi zimanê siyaset û dîplomasiyê hatiye hûnandin, aramî û ewlehiya Şengalê destnîşan bike jî hemû êrîş û operasyonên 3 salên dawî yên li ser Şengalê girêdayî vê peymanê pêş ketin. Ji ber vê, pêwîste rastiya her xalek vê peymanê yek bi yek were nirxandin.

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button