‘Ya YBŞ’ê ji min re kir kesî nekir’

Zihûr Ehmed ku ji pêkhateya Ereb a Şengalê ye û di fermanê de hevjînê wê hate qetilkirin, kurekî wê hate revandin, anî ziman ku ew bi fedakariya YBŞ'ê li ser piyan e û bi rengekî aram jiyana xwe dewam dikin.

Di fermana 3’ê Tebaxa Sala 2014’an ne tenê gelê Êzidî para xwe ji fermanê girt, gelek gel û baweriyên din jî para xwe jê girtin û mîna Êzdiyan derbeder bûn, hatin revandin, kuştin û talan kirin. Ji van gelan jî gelê Ereb û bi taybetî Eşîrên Şemer û Şerabiya ên ku li gundên derdora Şengalê ne mîna Êzdiyan para xwe ji êrîşan wergirtin û heta niha çarenûsa gelek ji wan jî yên ku DAÎŞ’ê revandin ne diyare.

Zihûr Ehmed a ji gundê Bîr Carî ku bi eslê xwe Ereb e yek ji wan kesan e ku DAÎŞ’ê hevjîn û kurê wê revandine. Hevjînê xwe serjêkirî dît, lê heya niha çarenûsa kurê wê ne diyar e.

Zihûr ji ANF’ê re behsa çîroka xwe kir û got, “Dema me bihîst ku DAÎŞ nêzî me dibe me her tiştê xwe li pey xwe hiştin û reviyan. Heya xwarina zarokên min li ser agir bû, me dev jê berdan û reviyan. Hevjînê min ne li mal bû, ji xwe re li ser erebeyan kar dikir. Wê demê jî mazot ji hinekan re biribû. Ez neçar mam ku bi bavê hevjînê xwe re ji mal derkevin, heya ku karibim zarokên xwe xelas bikim. Zarok digiriyan birçî bûn û ne nizanî ku em ê berê xwe bidin ku derê. Lê belê me dizanî ku ger em di mal de man çarenûsa me kuştine yan jî revandine. Zarokên min hemû biçûk bûn.”

Zihûr bi dewamî got, “Ez gelekî li benda hevjînê xwe mam. Her tim çavê min li rêya wî û telefona wî bû. Ji ber zarokên min hemû jî biçûk bûn digiriyan, me hewl da xwe bigihînin cihekî ewle. Em bi roja meşiyan heya ku em gihan Rojava. Dema em gihan wir gelek bi me re bûn alîkar. Kon, xwarin, her tiştên jiyanê dan me. Em li wir man heya ku heremên me ji aliyê YBŞ’ê ve ji destê çeteyan hatin derxisitin. Dema me bihîst ku gundên me hatine azadkirin, em yekser hat ser mal û milkên xwe. Dema hatin em çi bibînin û nebînin, ne xanî ye, ne jî deriyê û ne jî tu tişt e. Ez bi ser halê xwe de giriyam. Yek min tu xeber ji kur û hevjînê xwe nizanî û ya din jî DAÎŞ’ê mala me xirakiribû. Ne ji YBŞ’ê bûya jiyana me bi zehmet bû.”

Zihûr behsa qenciya YBŞ’ê kir û got, “Em bi saya serê YBŞ’ê vegeriyan cihê xwe. Ne ew bûna jiyan me pir zehêt bû. Ji ber tu xwarin û vexwarin jî nebû bi min û zarokên min re. Min xwe gihand nuqteya YBŞ’ê. Min gote wan yek, dido û ev halê min e. YBŞ’ê wesayîta xwe ji me re tijî xwarin û vexwarin û cil û nivîn kir, her tiştê ji me re pêwîst dane min û bi ser vê yekê de jî parastina me dikin û di nava aramiyek de jiyan xwe diborînin. Xweziya min agahiyek ji kurê xwe jî bigirta.

Zihûr Ehmed demeke dirêj hewl da agahiyê ji hevjîn û kurê xwe werbigire û got, “Rojekê ji ji rojan em li wan çola lê digeriyan, me got hema me hestiyên wî jî bidîta. Şivanên pez ên Eşîra Bedû hatin û li ber me re derbas bûn. Me ji wan pirsî, me got gelo we kesek, cenazeyek an jî hinek cilê bi rengê li van çolan qet nedîtine. Ji me re gotin, belê wesayetek wisa û bi vî rengê hebû û zilamek têde bû hatibû serjêkirin. Wan rast wesfê hevjînê min didan. Me jî got rast ew bi xwe ye,alem li me kom bû em çûn cihê cenaze. Me dît ku destê wê qeyît kirîne û serê jêkiriye. Lê heya niha agahiyek ji kurê min nîne. Xweziya min agahiyeke xêrê jê bigirta. DAÎŞ çi anî serê me û çi nenaî.”

Zihûr Ehmed qala hovîtiya DAÎŞ’ê kir û got, “Ya ku DAÎŞ’ê kir, kesî nekir. Hişt ku em bê hevjîn û zarok bimînin. Di nava me û Êzdiyan de gelek nakokî derxistin, xwestin ku em û Êzidî kî ji me kê bibîne hevdu bikuje. DAÎŞ dijminê mirovahiyê bû ji derveyî şer tiştekî din bi xwe re nanî. Hem ez xwe bibêjim eger ne YBŞ’ê be min nedikariya bijîm. Ji ber ku 9 êtîm bi min ve ne. 5 lawik û 4 keçik û ez weke jinekê jî îdara wan dikim. Ew jî roj bi roj mezin dibin, dikevin nava kar. Niha jî 2 ji wan di nava YBŞ’ê de ne. Em jî bi xwe di nava kar de ne. Em bi vî awayî debara jiyan xwe dikin. Bi vî fikrî em xwe li ser piyan digirin. Fikir û felsefeya YBŞ’ê dayî me em dikarin xwe pê bidin jiyîn. Bêguman fikra wan jî ji fikra rêber APO ye. E niha jinekim û 9 êtîm bi min ve ne. Eger ne vî fikrî bûya û me zarokê xwe li ser vî fikrî perwerde nekirina me niha nikariya li ser axa xwe bijiyan. Piştî me ev fikir û felsefe wergirt, wê tu caran kesek nikaribe bi me û îradeya me, em bi hêz û qewed bûn.”

  • ARGEŞ ŞENGALÎ-ANF
Show More
Back to top button