‘Hîn gef bi dawî nebûne’

Ev Dosya lêkolîna li ser êrîşa Xanesorê ji aliyê Rojnews ve hatiye parve kirin. Em dosyayê bêyî ku guhartinek biçûk jî bikin bi were jî parve dikin

Li ser êrişa Xanesorê re 4 sal derbas bûn: Hîn gef bi dawî nebûne

 

Di ser êrîşên ku li hemberî bajaroka Xanesorê ya Şengalê pêk hatin re 4 sal derbas bû. Piştî êrîşên ku derketibû holê di encama planên Tirkiyeyê de pêk hatine, hewldan û planên qirêj ên dewleta dagirker a Tirk li hemberî îradebûna gelê Êzidî berdewam kirin. Tevî ku li ser êrişê re 4 sal derbas bûn hîn metirsiya li ser Şengalê dewam dike.

Di 2’yê Adara 2017’an de hin komên çekdar ên ku navê “Pêşmergeyên Roj” lixwe dikirin, ji aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê ve hatin bajaroka Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ/YJŞ’ê de.

Li ser vê yekê gelê herêmê nerazîbûnek mezin nîşan da û xwestin ku ev kom paşve biçin. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê jî tedbîr girtin. Li aliyê din jî rayedarên YBŞ’ê bi komên behsa mijarê re hevdîtin kirin û xwestin ku armanca hatina wan fêr bibin. Di hevdîtinê de derket holê ku ev dixwazin herêma Xanesorê û sînorê Rojava dagir bikin. Berpirsên komên êrîşkar ev armanca xwe bi eşkere anîn ziman û di gotin ku dê êrîş bikin.

 

Bi çekên ku diviya bû li dijî DAIŞ’ê bikar bînin êrîş kirin

Hêzên YBŞ’ê ji bo ku alozî dernekeve, hewldanên xwe domandin, lê di sibeha 3’yê Adara 2017’an de komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çeteyan 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Balkêş e çekên ku komên çeteyan di êrîşê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Almanya ve ji bo ku li dijî DAIŞ’ê bêne bikaranîn, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin.

 

Gerîlayên ku xwestin bikevin navberê hedef hatin girtin

Dema êrîşan destpê kir, 2 gerîlayên HPG’ê ku wê demê li Şengalê bûn, yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrîşan bigirin. Lewre di kêliya ku komên çekdarên PDK’ê êrîş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrsek mezin.

Di pevçûnên ku nêzî 3 saetan dom kirin û li ser daxwaza agirbestê ya çekdaran Roj ên ser bi PDK’ê sekinîn de, 4 şervanên YBŞ’ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê şehîd bûn. Cenazeyên 4 şervanan YBŞ’ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê û gerîlayek HPG’ê di 5’ê Adarê de li çiyayê Şengalê hatin definkirin, cenazeyên 2 şervanan jî li Qamişlo spartin axê.

 

Rojnamevan rasterast kirin hedef

Dema êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ku 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê destpê kirin, endamên Çapemeniya Azad, hemû hovîtiya çeteyan raxist ber çavan. Her wiha hemû planên qirêj ên piştî van êrîşan jî derxistin holê. Lewma dema komên çekdarên Roj di 3’yê Adarê de êrîşî Xanesorê kirin, rojnamevan jî kirin hedefa xwe ya sereke. Di êrîşa destpêkê ya 3’yê Adarê de rojnamevan Nujiyan Erhan birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.

 

Dayik meşiyan çeperên êrîşkaran

Piştî agirbesta ku li ser daxwaza êrîşkaran pêk hat, dayîkên Êzidî li Xanesorê kom bûn û berê xwe dan çeperên êrîşkaran. Dayikan êrîşkar ji çeperekî derxistin û derbasî cihê ku êrîşkaran xendek dikolan bûn. Dayik di xendekan de rûniştin û xwestin ku ev kom ji herêmê derkevin. Lê êrîşkar dîsa bi çekên xwe li hemberî dayikan sekinîn.

 

Çek veşartin

Piştî ku wêne û dîmenên çekên Almanyayê yên ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatibûn dayîn, di çapemeniyê de derketin, komên êrîşkar ev çek kişandin eniya paş. Li ser nûçeyan şandeyek ji Almanyayê hat herêmê û lêkolîn kirin.

 

Êrîşî sivîlan jî kirin

Komên navborî piştî êrîşê di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de bicîh bûn. Li aliyê din ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat di serî de Êzidiyan, hemû Kurdistaniyan xwest ku êrîşkar ji herêmê derkevin. Di 7’ê Adarê de Êzidiyên Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi armanca şermezarkirina êrîşa û piştgiriya berxwedana Xanesorê berê xwe dan Şengalê. Lê belê dema girse gihîşt gundê Neîm ê girêdayî bajaroka Rabîa, ji aliyê çekdarên PDK’ê yên li ser sînor ve hatin rawestandin. Girseyê xwest ku derbas bibe, lê çekdaran ew gulebaran kirin û bi ava şidayî êrîş kirin.

 

Jinek qetil kirin

Di 14’ê Adarê de bi hezaran welatiyên ku ji Rojavayê Kurdistanê û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çete ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên ku ji ber avahiya PADÊ bi karwanekî ku ji 100 tirimpêlan pêk tê derketin rê, li derketina Xanesorê dest bi meşê kir. Lê dema girse gihîşt ber çeperan, komên çete bi bombeyên gazê û geleyan êrîş kirin. Di vê êrîşê de Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewal a 20 salî şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.

Cenazê Nazê jî li goristana Çiyayê Şengalê bi merasîmek heybet hat definkirin. Gelê Şengalê ku hêrsek mezin nîşanî êrîşkaran da, Navê Kampa Seîd a li herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê wekî “Kampa Şehîd Nazê” guhert.

 

Çima Xanesor

Bi êrîşan re nirxandin û daxuyaniyên li ser sedema êrîşan zêde bûn. Her wiha gelek daneyên ku sedemê radixe ber çavan derketin holê.

Bajaroka Xanesorê dikeve aliyê başûr-rojavayê Çiyayê Şengalê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê û derdora wê kirin, ev bajar jî hatibû dagirkirin. Bi êrîşa DAIŞ’ê re, şervanên YPG’ê li ser banga gelê Êzidî û saziyên wan ji aliyê Rojava bi hawara gel çû. Şervanan cara destpêkê dorpêça çeteyên DAIŞ’ê li xeta Xanesorê şikand û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Bi vê hewldanê re di navbera Rojava û Şengalê de korîdorek hat vekirin û bi deh hezaran welatî hatin rizgarkirin.

 

Cara yekem bûn îrade

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, YPG/YPJ, her wiha gerîlayên HPG/YJA STAR bi hawarê çûn. Gelê Êzidî jî, ji vê yekê cesaretek mezin girt û hêza xwe ya parastinê, ango Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir. Di berxwedana mezin de di serî de Xanesor û derdora wê gelek herêm ji çeteyan hatin paqijkirin. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê wekî hêzên parastina herêmê ji aliyê gel ve hatin hembêz kirin, her roj tevlîbûna nava refên wan zêdetir bû.

Li aliyê din gelê Êzidî hêdî hêdî vegeriya herêmê û sazîbûnên xwe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de komîn, meslîs, rêveberiya xweser, Asayîşa Êzidxanê, şaredarî, hatin avakirin. Her wiha Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) hat avakirin û ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hat qebûlkirin. Bi vî rengî cara yekem gelê êzîdî bû xwedî îrade û xwe birêve bir. Bajaroka Xanesorê jî wekî sembola vê pergalê derket pêş. Heta êrîşên 3’yê Adarê herêma Şengalê li başûr û rojhilat ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dorpêçkirin, li bakûr jî rê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin. Lewma tekane rêya ku gelê Şengalê karibe pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne, di ser Xanesorê re çêdibûn.

 

Plan têk birin

Herêma Şengalê heta vê demê her tim ji aliyê hêzên derve û herêmî ve ji bo berjewendiyên siyasî hatiye bikaranîn. Lê dema ku gelê Êzidî bû îrade û xwe birêve bir ev plan û berjewendiyên van hêzan têk çûn. Lewma di her fersendê de xwestin ku îradeyê têk bibin. Bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker, li hemberî her destkeftiyek Kurdan ket nava hewldanan û ji bo wê bi hemû hêz û derdoran re hevdîtin kirin.

 

Hevdîtinên beriya êrîşan

Rayedarên hikûmeta AKP’ê ya Tirk ku bi hikumeta Iraqê re hevdîtin dikirin, li bajaroka Başîqa ya li bakûr-rojhilatê Musilê baregehek leşkerî vekiribû. Di çapemeniyê de derketibû ku li vir komên çete tên perwerdekirin.

Her wiha demek kurt beriya êrîşên li ser Xanesorê, li paytexta Tirkiye Enqereyê di navbera hikûmeta AKP’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de hevdîtin hatin çêkirin. Di daxuyanî û nirxandinên ku hatin kirin de, dihat gotin: “Balkêş e ku êrîşên Xanesorê piştî vê hevdîtinê pêk hatine.” Nexasim beriya ku êrîş destpê bikin Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak di daxuyaniyek xwede gotibû, “Eger pêşmerge nikarin wan ji Şengalê derxînin em ê derxînin.” Piştî êrîşan jî rayedarên Tirk daxuyaniyên bi heman rengî dubare kirin.

 

Komên êrîşkar

Nexasim derket holê ku hin endamên komên êrîşkar di sala 2012’an de tevlî êrîşa çeteyan a li ser bajarê Serêkaniyê yê Roja bûne. Di wê êrîşê de jî komên çete ji Tirkiyê ve, ji Serêkaniya Serxetê ve derbasî Rojava hatibûn kirin. Her wiha diyar bibû ku hinek ji êrîşkarên Xanesorê jî endamên îstîxbarata Tirk in û li i gundê Eyn El Fîras ê girêdayî Mûsilê hatine perwerdekirin. Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû bi xwe jî çûbû serdana kampê û perwerdeya wan lêkolîn kiribû.

Nexasim dikandarek li bajaroka Sinunê jî digot ku di dema êrîşan de 2 kes hatine dikana wî û bi hevudin re bi zimanê Tirkî di axivîn.

 

Bombebarana Şengalê

Planên li ser Xanesorê têk çûn, lê hewldanên Tirkiyeyê piştre jî dom kirin. Di 25’ê Nîsana 2017’an de balafirên şêr ên dewleta Tirk Çiyayê Şengalê ku bi deh hezaran kes lê jiyan dikin û çiyayê Qereçox ê Rojava bombebaran kirin.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê AKP’ê Mevlud Çavuşoglu, çû Bexdayê û hewl da ku Bexdayê ji bo êrîşeke li ser Şengalê îkna bike.

 

Peymana Bexda û Hewlêrê

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de li dijî îradeya Şengalê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan-dewleta Tirk û Iraqê de peymanek hate îmzekirin. Civaka Êzidî ev peyman weke peymanekî li dijî xwe pênase kir û ji roja îmzekirina peymanê ve civaka Êzidî li dijî derket û di nava çalakiyan de ye. Ev nêzî 3 mehane li ber Asayîşa Êzidîxanê kon vedane û piştgiriya xwe ya ji bo Asayîşa Êzidxanê nîşan didin. Herwiha gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî berdewam dikin.

 

Herêm teslîmî Heşdî Şebî hat kirin

Balkêş e ku dewleta AKP’ê ji hemû aliyan ve êrîşî destkeftiyên Kurdan ên li Bakur, Rojava û Başûr dike û ji bo Şengalê jî hewldaneke taybet dide meşandin. Di dema referanduma Başûr a 25’ê îlona sala 2017’an de AKP’ê bi Îran û Iraqê re li dijî kurdan hevdîtin kirin. Li vir tişta balkêştir ew e ku AKP’ê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku heta niha têkiliyek xurt çêkiribû, kir hedef.

Di êrîşên 16’ê Cotmeha 2017’an ên li ser Kerkuk û herêmên din de, wargehên wekî Şengal, Mexmur jî radestî komên Heşdî Şebî hatin kirin. Di vê demê de komên ku êrîşî Xanesorê kirin û îdîa dikirin ew ê herêmê biparêzin, ji herêmê hatin vekişandin.

Di salvegera êrîşa ser Xanesorê de vê carê Serfermandarê Artêşa Tirk Hulusî Akar çû Bexdayê. Têkildarî mijarê daxuyaniyên fermî hatin dayîn û hat gotin ku “mijarên ewlekariyê hatine gotubêjkirin” lê naveroka wê çiye nayê zanîn. Xuya ye ku di demên pêş de wê sitavka wê diyar bibe.

 

Xanesor bû mînak

Li aliyê din Xanesor ku bi berxwedana xwe bal kişandibû, di nava salekê de veguherî mînakek ji bo sîstema pêşeroja herêmê. Bi hezaran welatiyên ku ji ber zulma çeteyan koçber bibûn vegeriyan warê xwe. Rengê pergala rêveberiya xweser zelaltir bû, saziyên wê mayinde bû. Piştî salekê êdî gelê Êzidî ji parastin heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bûye îradeyek. Dikare xwe birêve bibe. Gelê herêmê niha jî xwe amade dike ku di hilbijartinên Iraqê de vê îradeya xwe nîşan bide.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button