Rêveberiya Xweser ya Şengalê koçberên vedigerin pêşwazî dike

Koçberên Şengalê piştî 9 salên koçberiya bi neçarî ya ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê vedigerin ser cih û warên xwe. Rêveberiya Xweser ya Şengalê koçberên Êzidî yên vedigerin Şengalê pêşwazî dike.

9 sal bi ser komkujiya Êzidiyan ya 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’e ve hatibû kirin re, derbaz dibin. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, revandin, kolekirin. Jin û keçên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di bazaran de weke koleyan hatin firotin an jî windakirin. Herwiha bi deh hezaran Êzidî yên ku karîn xwe ji fermanê rizgar bikin yan berê xwe dan Çiyayê Şengalê ku ji aliyê komek gerilayên weke ’12 siwarên azadiyê’ hatin binavkirin bûn, yan jî koçberî Başûrê Kurdistanê û derveyî Başûr bûn.

Beriya ku çeteyên DAIŞ êrişê Şengalê bikin, komek biçûk ya gerîla bi ruhê fedayî xwe gihandin hewara xelkê xwe yê Êzidî. 12 siwarên azadiyê li pêşiya komkujiyek gelek mezin ya tevayî civaka Êzidî bûn asteng. Ji ber ku di hedefa çeteyên DAIŞ’ê û navendên bilind yên wan ferman jê digirt de, qirkirina hemû xelkê Êzidî yê Şengalê hebû.

Her çendî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve hewildanên vegerandina koçberên Êzidî tê dayîn jî, lê PDK, hevalbendên wê dewleta Tirk ya dagirker û hikûmeta Iraqê di çarçoveya ‘Peymana 9’ê Cotmehê’ ya li dijî sîstema Rêveberiya Xweser ya Şengalê de, nahêle koçber vegerin ser cih û warên xwe. Di çarçoveya vê planê de balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk ya faşîst bê navber xelkê Şengalê bombebaran dike û bi vî awayî dixwaze çavtirsandinê li ser xelkê Êzidî yê Şengalê çêbike da ku venegerin ser cih û warên xwe. Lê li rexmê hemû astengî, êriş, bombebaran û pêşîlêgirtinan jî xelkê koçber yê Şengalê vedigere ser cih û warên xwe.

Di vê çarçoveyê de ji destpêka meha Nîsana 2023’yan ve 123 malbata ji bajarokê Sinûnê re derbazî Şengalê bûne. Herwiha ji aliyê parêzgeha Mûsil ve jî nêzî 250 malbat vegeriyan ser warên cih û warên xwe. Piraniya malbatên ku ji başûrê Şengalê vegeriyane ser cih û warên xwe li gundê Sîba Şêx Xidir bicih bûne.

Welatiyên vegeriyana Sîba Şêx Xidir dan diyakirin ku biryara herî rast ya ji bo wan vegera li ser axa xwe ye, li rexmê hemû êş û zehmetiyan jî lê wê her tişt baş bibe û ewê jinûve mal û warên xwe ava bikin.

Yek ji koçberên vegeriya Şengalê, Merwan Xêro ku ev 5 rojin li Kampa Êsiya ya li Şêxan vegeriya gundê Sîba Şêx Xidir wiha dibêje; “Vegera me ya gundê me em gelek kêfxweş kirin. Ji ber ku me di koçberiya 9 salên borî de baş fam kir ku ji bilî Şengalê me tu cihên din nîne. Raste li vir zehmetî hene, ji ber ku malên me gelek xirab bûne û hikûmet jî alîkariyê nadin. Lê dîsa jî em xwe bi xwe hewl didin cihên xwe, malên xwe jinûve çêkîn.”

Herwiha welatiyê bi navê Hesen Nemir diyar kir ku koçberiya dûrî cih û warên xwe de 8 sal derbaz bûn û wiha got; “Em li Zaxo di nava Kampa Çemişko de bûn û jiyana li kampa gelek zehmet bû. Her çendî ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji me re baş bû jî lê di encamê de em koçber bûn û ew nav li ser me bû. Ji bo navê koçberiyê ji ser me rabe em vegeriyan cihên xwe. Me wek civaka Êzidî gelek zehmetî kêşandin lê tu mafê me nehatiya dayîn. Ji mala min 8 kes di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehît bûn lê mafê wan jî nehatiye dayin. Malên me hatine xirabkirin pêwîste hikûmet û aliyên peywendîdar tezmînatê bidin me.

Heta niha ji aliyê Lîjneya Tezmînat Dayînê ya zerer ditiyên êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, 12 hezar kesan navên xwe tomar kirine ji bo tezmînata wan bê dayîn. Lê mixabin heta niha yek kes jî nehatiye qebûlkirin. Kesên malên wan hatine teqandin û rûxandin, li gorî derfetên xwe yên kêm malên xwe ava dikin bêyî ku alîkariyê ji hikûmetê bigirin.

Sait Xaltî yek ji welatiyê gundê Rembûsî ye ku mala wî jî hatiya xirabkirin, ji bo ku bikaribe vegere ser warê xwe dest bi çêkirina mala xwe kiriye û di vê derbarê de wiha dibêje: ” Gelek kes hene derfetên wan nînin malên xwe çekin. Eger hikûmet alîkariyê bide xelkê Êzidî yê Şengalê wê hemû vegerin. Dema xelk hemû vegeriya ser malên xwe wê xelkê bikaribe ji hev re bibin alîkar û jinûve dest bi jiyana xwe bikin.”

Xelef Derwêş Hisên jî bi heman şêwazî li bendêye mala xwe ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye teqandin jinûve ava bike û vegera ser cih û warên xwe. Xelef têkildarî mijarê hestên xwe wiha tîne ziman; “Em ji jiyana koçberiyê bêzar bûne. Edî bese ji koçberiyê re! Çiqas, zehmetî hebin jî me biryar daye em vegerin ser malên xwe. Ji bo em vegerîn jî, em bi destên xwe, malên xwe yên xirab bûyî ava dikîn.”

Xirabûna malan, bêderfetî û zehmetiyên jiyanê nebûna asteng li beramberê vegera beşek ji xelkê Şengalê. Li komalgeha Digurê ya Şengalê jî beşek ji xelkê vegeriyane. Lê ji ber ku malên wan xirab bûne di nava konan dijîn.

Mam Dehar û Rebaa Simoqî ku ev beriya hefteyekê ye ji Zaxo vegeriyane ser cih û warên xwe, li ber mala xwe konek vedane û têde dijîn. Ew dibêjin çi dibe bila bibe, li rexmê hemû zehemetiyan, xirabûna malên wan jî, pêwîste vegerin ser ax, cih û warên. Herwiha diyar kirin ku ew gelek kêfxweşin ku niha li Şengalê ne.

Li gorî daneyên Wezareta Koç û Koçberan, heta niha 65 hezar û 282 malbat li Başûrê Kuridstanê dijîn. Ji bo vegera Şengalê heta niha 600 malbatan serlêdana cihên peywendîdar kirine.

Xelaf Tala serok eşîrê Feqîra li Tilezêr da diyakirin ku PDK’ê ji bo pilanên xwe yên li ser civaka Êzidî pêk bîne, rê li ber vegera wan digire û berê wan dide koçberiya derveyî welat. Herwiha dibêje; “Dema gelê me vegeriya ser axa xwe ji bo bi azadî bijîn, bikaribin xwe bi xwe birêve bibin, rêxstina xwe xurt dikin. PDK’ê jî naxwaze ev gel bibe xwedî îrade û bi ser bikeve. Lewma dibe hevkarê plan û konseptên qirker û qirêj yên dewleta Tirk ya dagirker li ser Şengalê.”

Endamê Şaredariya Gel ya Sîba Şêx Xidir, Feleh Hesen diyar kir ku, ew bi berdewamî xizmeta komalgehê dikin, bi taybet jî di aliyê xizmeta paqijiyê de. Herwiha da zanîn ku dema ku xelkê Şengalê vedigere ser cih û warên xwe, ji bo paqijiya malên wan jî ew weke şaredarî bi wan re dibin alîkar û pêdiviyên wan li gorî derfetên xwe dabîn dikin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button