Ciwanên Şengalê bi meşekê girseyî berxwedana Mexmûrê silav kirin

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û her wiha êrişên li ser Şengal û Mexmûrê, bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê de meşek hate lidarxistin û hate ragihandin ku li kuderê gel xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin bike, dijmin wir dike hedef. Êrişên dewleta Iraqê ên li ser Mexmûrê li ser vî esasî ne. Ger ev rewş berdewam bike, emê berê xwe bidin Mexmûrê û beşdarî berxwedana gel bibin."

Di çarçoveya pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, bi serbixwe Azadî’ de ku ji laiyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve hatiye destpêkirin, li nehiyeya Sinûnê a Şengalê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û piştgiriya ji bo berxwedana wargeha Mexmûrê meşek hate lidarxistin.

Meş bi tevlîbûna bi sedan xelkê Şengalê, li ber avahiya Meclisa Gel a Sinûnê destpê kir û heta çerxêreya Mam Zekî dewam kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û alên TAJÊ’yê hatin bilindkirin, her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin bilindkirin.

Piştre daxuyaniyek ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî ve hate xwendin û hate diyarkirin ku dijminên dagirker li kuderê fikrê Rêber Apo pêş bikeve wir dike hedef û hate tekez kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê heta dawî di nava têkoşînê de bin.

‘Fikrê Rêber Apo dikin hedef’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo hemû jinên ciwan, em wek Yekitiya Jinên Ciwan dibin pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, serbixwe Azadî’ de bi fikrê Rêber Apor emê xwe pêş bixin û perwerde bikin. Wek tê zanîn ev zêdetirî du salane tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û her ku diçe ev tecrîd girantir dibe. Ji bo rê li ber belavbûna fikrê Rêber Apo û gel jê dûr bibe, dewleta Tirk dest bi planan dike. Her wiha kesên xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistinkirine, dibin hedefa dijminê dagirker.

‘Ger zextên ser Mexmûrê dewam bikin, emê berê xwe bidin Mexmûrê’

Êrişên bi balefrian ên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê berdewam dikin û gelê me yê sivîl dikin hedef. Her wiha niha li ser xelkê Mexmûrê jî êriş hene û dixwazin derdoran têl bikin. Ev êriş li hemberî paradîgmaya Rêber Apo e. Em wek Jinên Ciwan ên Şengalê û hemû ciwanên Êzidî ger ev rewş dewam bike emê ber xwe bidin Mexmûrê û tevlî berxwedaniyê bibin. Emê bi têkoşîna xwe rê nedin ku planên dijmin li ser gelê me pêk bên. Ji ber ku êrişên li ser Mexmûrê, êrişên li ser Şengalê ne û ji hev ne qûtin. Sala borî di van rojan de bi hemû hêza xwe êrişî ser Şengalê kirin û xwestin gelê me bê îrade bikin.

Çawa sala borî bi berxwedaniya xelkê Şengalê êrişên dewleta Iraqê hatin têkbirin wê li Mexmûrê jî ev hewldan wê bêne valederxistin û berxwedaniya gel wê bi ser bikeve.”

Daxuyanî bi bilindkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button