KON-MED’ê Çarşema Serê Salê pîroz kir

KON-MED a Çarşema Serê Salê pîroz kir û got: “Hêvî dikin ku Çarşema Sor bibe wesîleya statûya xweser û ji nû ve avabûna Şengalê û dîsa bi hezaran mirov Êzidî yên ketine ser rêya koçberiyê vegerin ser ax û cihên xwe”

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmaya (KON-MED) a bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor di serî de li hemû civaka me û pêkateyên li ser erdnîgeriya Mezoptamyayê dijîn pîroz kir. KON-MED bal kişand ser ku civaka me di gelik rojên bi êş û zehmet re derbas bûye û wiha pêde çu: “Ji ber şer-qetlîam û bûyerên salên dawî li herêmê Cejna Çarşema Sor li gorî wate û şêwazê xwe nedihate pîrozkirin. Hêvî dikin ku Çarşema Sor a cejna pîroz a Êzidiyên ku tevî fermana 73’an Şengal neterikandin û li ber xwe dan, bibe wesîleya statûya xweser û ji nû ve avabûna Şengalê û dîsa bi hezaran mirov Êzidî yên ketine ser rêya koçberiyê vegerin ser ax û cihên xwe.”

KON-MED’ê hêvî kir ku cejna Çarşema Serê Salê a bê li Êzidxanê bi ruhê têkoşîna azadî û berxwedanê ya Şengalê bê pîrozkirin.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button