Artêşa Iraqê êrîşê Asayîşa Êzîdxanê kir – NÛ BÛ 

Li Şengalê hemwextê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Heremên Parastina Medya ya bi hevkariya PDK’ê, artêşa Iraqê jî li Dîgurê êrîşê noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê şeva 17’ê Nîsanê li Heremên Parastina Medya dest bi êrîşeke nû ya dagirkirinê kir.

Li Şengalê jî hemwextê van êrîşan, artêşa Iraqê kete nav liv û tevgereke nû. Artêşa Iraqê di saetên nîvro de li komelgeha Dîgurê ya bi ser nahiya Sinûnê, derdora seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya di ketina Dîgurê de dorpêç kir. Artêşa Iraqê li ser Asayîşa Êzîdxanê ferz kir ku dest ji seytereyê berdin û teslîmî artêşe bikin.

Asayîşa Êzîdxanê vê ferzkirina li ser xwe qebûl nekir û alozî destpêkir. Ruxmê hemû hewldanên çareseriyê jî artêşa Iraqê dest ji dorpêçkirinê berneda û bi çekan êrîşê noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir.

Di encama êrîşa artêşa Iraqê de şer û pevçûn derket û nêzî 2 saetan berdwam kir. Di rewşa heyî de pevçûn sekiniye lê aloziya li Dîgurê berdewam dike.

Di encama êrîşa artêşa Iraqê de 2 sivîl ku navên wan nayê zanîn birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.

Hat gotin ji artêşa Iraqê û Asayîşa Êzidxanê jî birîndar hene, lê hejmara wan nehat zanîn.

Artêşa Iraqê rêyên sereke girtine û nahêle ku gel ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê xwe bigihîne komelgeha Dîgurê.

Her wiha artêşa Iraqê rê li ber ambulansan û komên tenduristiyê jî digirin û nahêlin xwe bigihînin cihê bûyerê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button