Rêveberiya Xweser: Wê berxwedana Rojava û Şengal biserkeve

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û li ser Şengalê ji hev ne qût in û ev peyam da: “Çi dibe bila bibe, ewê berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava biserkeve. Em çiqas berdêlên giran bidin jî emê xweseriya Şengalê û xweseriya Rojava biparêzin.”

Piştî êrîşên li ser Şengalê, dewleta Tirk a dagirker vê carê jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û ji duh ve bi taybet li navçeyên Zirgan û Til Temir ên bi ser Hesekê ve li gel bombebarana obusan, çeteyên bi ser dewleta Tirk jî hewl didin bikevin gundên Til Temirê.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî derbarê van êrîşên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û balê kişand ser têkiliya êrîşên dawî yên li dijî Şengalê û Rojavayê Kurdistanê. Rêveberiya Xweser a Şengalê bibîrxist ku bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Şengalê û Kobanê, dewleta Tirk a dagirker ev 7 sal in êrîşeke bênavber dimeşîne û armanc ew e ku xweseriya Şengal û Rojava bişkîne.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi vî rengî ye;

“Wekî tê zanîn dewleta Tirk a dagirker duh li Rojava êrîşî navçeyên Zirgan û Til Temir ên ser bi Hesekê ve kir û di encama bombebarana giran de ji gundê Esediyê ya Zirganê, welatiyên bi navê Melekê Ehmed El-Îd, Fesle El-îd, Salih Hemîd û Mihemed Xêr Elyan şehîd ketin. Di van êrîşan de her wiha 7 welatî jî birîndar bûn. Êrîşên ku duh destpê kirin îro jî berdewam in û çeteyên li ser dewleta Tirk a dagirker jî hewl didin bikevin gundên Til Temirê.

DAIŞ li Şengal û Kobanê şikest

Em baş dizanin ku dijminahiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rojava ne nû ye. Di 2014’an de xwestin bi destê çeteyên DAIŞ’ê şoreşa Rojava bifetisînin û îradeya gelên Rojava bişkînin. Lê li hemberî van êrîşan di serî de li Kobanê, li seranserê Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî pêş ket û çeteyên DAIŞ’ê şikestin.

Sala 2014’an saleke girîng û dîrokî ye. Ji ber ku di heman salê de bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê jî kiribûn. Li hemberî vê fermanê jî di pêşengiya gerilayên azadiyê û şervanên Rojava de civaka Êzidî li ber xwe sekinî û di encam de DAIŞ li Şengalê şikest. Di rastiyê de, şikestina DAIŞ’ê li Şengal û Kobanê destpêkir û heya têkçûna wan berdewam kir.

Êrîşên li ser Şengal û Rojava bi hev ve girêdayî ne

Ji wê demê ve ye ku, dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşî Şengal û Rojava dike. Tiştê ku berê bi destê çeteyên DAIŞ’ê dikir, niha bi artêşa xwe û bi hemû derfetên xwe ve dewleta Tirk bi xwe dike. Ji ber vê yekê, êrîşên li ser Rojava û yên li ser Şengalê bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku dijminê Şengalê jî Rojava jî dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk bênavber li hemberî îradeya gelên herêmê êrîşan dike. Cihê ku îradeya gel lê heye, cihê ku daxwaza mafên xwe yên rewa bike rastî van êrîşên hovane tên.

Pergala Xweseriya Demokratîk tê hedef girtin

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo karibe berjewendiyên xwe bi dest bixe, dixwaze îradeya gelan bişkîne. Ji ber ku dema îrade hebe, rêxistin çêdibe. Dema rêxistin hebe berxwedan û parastina cewherî pêş dikeve. Ji ber vê heqîqetê ye ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn herêmên ku jiyana azad li ser hîmê xweseriyê ava dike, dike hedefa xwe.

Hêzên navneteweyî li hemberî êrîşan bêdengin

Ji Rojava heya Şengal ev demeke dirêj e ev êrîş bênavber berdewam dikin. Li hemberî van êrîşên hovane bêdengiya dewletên herêmî û navneteweyî jî berdewam e. Ev bêdengî dibe sedem ku dewleta Tirk cesaret bigire û êrîşên xwe berdewam bike. Li hemberî gund û bajaran, li dijî kesên medenî êrîş çêdibin lê ew derdorên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, li hemberî van êrîşan helwest pêş naxin.

Dest ji hevkariya dewleta Tirk a dagirker berdin

Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar dikin û her wiha bang li hêzên eleqedar dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, bi erka xwe ve rabin. Divê hêzên navneteweyî dest ji hevkariya dewleta Tirk a dagirker berdin. Eger ew piştgirî nedin dewleta Tirk, ne mimkûn e ku ev êrîşên hovane berdewam bikin.

Em sersaxî ji malbatên kesên li Zirganê şehîd bûne re dixwazin û daxwaza şîfayê ji birîndaran re dikin. Em dibêjin ku çi dibe bila bibe, ewê berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava biserkeve. Em çiqas berdêlên giran bidin jî emê xweseriya Şengalê û xweseriya Rojava biparêzin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button