Ciwanên Şengalê bi çalakiyan piştgirî dan berxwedana gerîla  

Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwanên Êzidî ji bo piştgiriya berxwedaniya gerîlayên azadiyê di nava çalakiyan de ne. Ciwanan li Sinunê ji bo piştgiriya gerîla civîn û şahiyek lidarxistin.

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Şengalê Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî şahiyek lidarxistin.

Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwanên Êzidî ji bo piştgiriya xwe ji berxwadana gerîla re bidin nîşandan civîn û şahîyek lidarxistin. Şahî di saetên evarê de li nahya Sinûnê di çarçoveya pêngava ‘Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê Werin Cenga Azadiyê’ pêk hat.

Beriya şahî despê bike ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve li ser mijara berxwedaniya gerîla û xwe parastinê civînek pêk hat. Civîn bi deqeyek rêzgirtin bo bîranîna şehîdên Şengalê û tekoşîna azadiyê dest pêkir.

Riham di despêka axaftina xwe de balkişand ser sedema êrîşan û wiha got: “Ev şerên ku tê meşandin şerê desthilatdarên cîhanî ne. Ji bo desthilatdariya xwe ser hikûm bihêlin di nav liv û tevgerê de ne. Ji bo armanca wan pêk were çi tê xwestin dikin.”

‘Êrişa wan dijî mirovahiyê ye’

Riham got êrîşên ser Şengalê girêdayî êrîşên li hemberî qadên parastina medya ne û wiha domand: “17’ê mehê bû ku dewleta Tirk a dagirker operasyonek berfireh li Başurê Kurdistanê despêkir. Êrîşên li ser Şengalê girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên çiyayê Başurê Kurdistanê ye. Îro êrîşên ser gerîla ne tenê ser gerîla tê kirin, ev êrîş li ser rastiya mirovahiyê tê kirin. Îro em jî daxwaza mafê xwe dikin, ji ber vê yekê dema êrîşê çiya kirin heman wextê êrîşî Şengalê jî kirin.”

Riham Hico di dawiya axaftina xwe de armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha anî ziman: “Bi van êrîşan xwestin bêjin her kesê ku li berxwe dide, li ber desthalatdariyê serî natawîne emê wan tune bikin. Ji ber vê hemû şewazê şer kar tîne.”

Piştî civînê şahî despêkir. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) jî tevlî şahiyê bûn. Şahî bi piştgirî û beşdarbûna Çand û Hunera Şengalê pêkhat.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button