‘Heryek 2 milyon dînar girtin û daxwaza gel ji bîr kirin’ 

Serokeşîrên li Şengalê dijîn diyar kirin ku ew kesên di fermanê de ji Şengalê reviyane û hê jî deriyê mala wan qefilkirî ne, nikarin temsîla Şengalê bikin. Serokeşîran gotin: “Di dema serdana Kazimî de her kesekî bi qasî 2 milyon dînar pere wergirtine û xwestekên gelê xwe ji bîr kirine.”

Di 9’ê Gulanê de li ser navê Êzidiyan û xelkê Şengalê, ji aliyê PDK’ê ve şandeyek hatibû destnîşankirin ku bi Mistefa Kazimî re hevdîtin bike. Li gor agahiyan, Qaîd Ameliyatê Mûsilê jî ji bo amadekirina vê şandeyê hevkariya PDK’ê kiriye. Ya din jî piraniya kesên ku di vê şandeyê de cih girtine, ne li Şengalê ne jî agahiya wan ji rewşa Şengalê heye.

Şandeya ku çû Bexdayê ji serokeşîr û kesayetiyên Êzidî yên nêzî PDK’ê pêk dihat, piştî ku şandeyê bi Kazimî re hevdîtin kir, ji aliyê Ofîsa Kazimî ve herkesek di şandeyê de cih digirt bi qasî 2 milyon dînar li ser wan hatin belavkirin. Ev şandeya ku xwe wek temsîla gelê Şengalê dabûn naskirin, rastî nerazîbûneke mezin hat û di serî de Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelek aliyên din yên serbixwe li dijî vê şandeyê daxuyanî dan û dan diyar kirin ku ew kes temsîla gelê Şengalê nakin.

‘Her yek 2 milyon dînar ji Kazimî girtine’

Serokeşîrê Feqîran Dexîl Giro jî yek ji wan kesan e ku rexne li şandeyê û hevdîtina bi Kazimî re dike. Dexîl Giro diyarkir ku ev şandeya bi kazimî re hevdîtin kiriye ne di berjewendiya gelê Êzidî û Şengalê de çûne hevdîtinê û wiha axivî: “Belku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî çûne û di dema serdanê de her kesekî bi qasî 2 milyon dînar pere wergirtine. Bi vê yekê xwestekên gelê xwe ji bîr kirine. Em wek xelkê Şengalê wan kesan wek nûnerê xwe nabînin ji ber ku ew ne ji Şengalê çûne.”

‘Ew û malbatên xwe li Şengalê jiyan nakin’

Dexîl Giro balê kişand ser, ku ew şandeya bi Kazimî re hevdîtin kirine ji derveyî Şengalê ne, malbata kesekî ji wan li Şengalê nîne ku ew li derveyî Şengalê jiyan dikin û wiha berdewam kir: “Van kesan hevdîtin bi dîzî ve pêkanîne û heya niha wek gelê Şengalê em nizanin ku ew bi çi armancê çûne Bexdayê, tu kesekî ji Şengalê destxweşî li wan nekiriye û ew hevdîtin pêşwazî nekirine. Herkes dizane ev şande ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê çûne Bexdayê.”

Dexîl Giro herî dawî jî destnîşankir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên Şengalê, xwerêvebirin û xweparastin e û got: ‘Eger gelê Şengalê xwe birêve bibe ewê hemû pirsgirêkên li Şengalê bên çareserkirin.’’

‘Derê malên wan ên li Şengalê hê jî girtî ne’

Ji serokeşîrên Mala Zero Şemo Xwedêda jî bertek nîşanî vê hevdîtina li Bexdayê kir û wiha axivî: “Em dibêjin Şengal a gelê Êzidî ye û a wan hêzan e ku bi xwîna xwe ev der ji destê çeteyan rizgarkirin. Gelek ji van kesên ku niha diçin li ser navê Şengalê û gelê Êzidî hevdîtinan dikin, di dema êrîşa çeteyan de dayîk û xwişkên xwe di destê hovan de hiştin û reviyan. Xwe dikin serokên Şengalê lê heya nihe ew bi xwe venegeriyane û derê malên wan heya niha girtî ne.”

Şemo Xwedêda bersiv da îddia û propagandayên PDK’ê jî û wiha berdewam kir: “Herkes dibîne ku Şengal ewleye û xwedî hêzên xwe yên parastinê ye. Niha dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê li ser gelê me pêk bînin lê bila her kes zanibe emê rê nedin vê peymanê, emê heya dawî parastina axa xwe bikin. Di vî şerê rojên derbasbûyî de hate îspatkirin ku em wek Êzidî li hemberî tu kesekî dest danaynin û emê her li ber xwe bidin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button