Hemed Bişar: PDK li Şengalê bi Sûdanî re di nava planên nû deye!

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bişar da diyarkirin ku PDK li ser Şengalê planên nû datîne û hekûmeta Sûdanî jî destê xwe dide destê wan kesan ku bûne sedema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an. Bişar banga yekgirtinê li hemû pêkhateyên Şengalê kir û wiha got: "Tu kes nikare li ser axa ku me bi xwîna şehîdan rizgarkiriye, planên xwe pêk bîne.

Li ser Şengalê carekî din hewildanên pêkanîna peyîmana 9’ê Cotmeha 2020’an a ku di navbera PDK’ê û Kazimî de hatibû îmzakirin hene. Rexmê ku ev peyman ji aliyê pêkhateyên Şengalê ve hatibû retkirin lê hekûmeta Sûdanî jî li ser heman planên Kazimî berdewame. Berdevkê Saziya malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bişar li ser van mijara û planên PDK’ê yên li ser Şengalê ji Rojnews’ê re axivî.

‘Heya nehe PDK’ê li ser gelê me siyasetê dike’

Hemed Bişar di despêka axaftina xwe diyar kir ku PDK’ê ne ji niha de planên xwe li ser Şengalê çêdike û wiha got: “Ev planên li ser civaka me ne nû ne, belkû bi sedan salaye li ser me tên meşandin. Piştî şkestina Sedam, PDK’ê li Şengalê bû desthilat, civaka me wek hêzek a Kurdî li wan meyze dikir û me digot zimanê me yeke. Piştre destihildariya xwe li ser me ferzkirin heya 2014’an. Bi zext û zorê xwe kirin serwerên civaka me. Lê di dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya ser Şengalê de, li me xwedî derneketin û em bi tenê hiştin. Wê demê jî wek peymana 9’ê Cotmehê bi DAÎŞ’ê re hevpeyman çêkirin û gelê me di qirkirinê re derbaskirin. Gel neçar ma koçber bibe lê wan dest ji siyaseta xwe ya li ser civaka me bernedan û heya niha gelê me di nava destê wan de ye û nahêlin vegerin ser malên xwe.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê jî yek ji planên qirêje’

Bişar di dewama axaftina xwe de balkişand ser peymana navbera Kazimî û PDK’ê de û wiha axivî: “Peymana 9’ê Cotmehê jî yek ji van planên qirêje ku ji bo bê îradekirina civaka Êzidî hatiya îmzakirin. Ji bo ku ev peyman pêk neyê hemû pêkhateyên Şengalê ev dibin sê sal li berxwe didin û lihevkirinekî bê îradeya gel qebûl nakin. Piştî avakirina hekûmeta nû a Iraqê carekî din hewildan hene vê peymanê pêk bînin û rêz li daxwaza pêkhateyên Şengalê nagirin. Ji bo ku vê peymanê carekî din bixin meriyetê herî dawî mijara Mizgefta Rehman kirin rojev ji bo bingehekî ji planên xwe re çêkin û kesên destê wan di xwîna gelê mede heye vegerandin Şengalê. Her kes dizane wê bertekên civakê li hember planên wan ê wisa wê hebin û tiştekî ji derveyî îradeya gelên Şengalê wê neyê qebûlkirin.”

‘Sûdanî bi çavekî biçûk li Êzidiyan meyze dike’

Hemed Bişar li ser nêzîkatiyên serokwezîrê Iraqê yên li hember civaka Êzidî wiha anî ziman: “Serokwezîrê Iraqê bi çavekî biçûk li civaka Êzidî meyze dike û nêrînên PDK’ê ji bo Şengalê esas digire, ev jî nayê qebûlkirin û diyar dibe ku Sûdanî ne di berjewendiya olên cuda de kar dike belkû li gor berjewendiyên takekesî û aliyên siyasî tev digere. Eger îro nêzîkatiyên Sûdanî ji bo me wiha bin, lazime pêkhateyên din jî ên Iraqê hişyar bin, ji ber kesekî di berpirsyartiya dewletê de be û xizmeta civakekê neke ewê nikaribe xizmeta gelên din jî bike.”

‘Pêwîste pêkhateyên Şengal hev bigirin’

Bişar her wiha ragihand ku xelkê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve ku niha li ser axa xwe vegeriyane pêwîstiya wan li hevxwedî derketinê heye û wiha got: “Em dibînin ku Sûdanî destê xwe dike destê wan kesên ku bûne sedema wêrankirina Şengalê de, her kes dizane ku PDK’ê bû sedem keç û dayîkên me li bazaran bên firotin û sedemên esasî ê fermana ser Şengalê PDK’ê ye. Mixabin dema hikûmetên Iraqê tên avakirin ji şûna bên bi gelê Şengalê re dan û standin bikin û birînên gelê me derman bikin, berê xwe didin PDK’ê û li ser gelê me peyîmana îmza dikin.”

‘Em ji herdemê bihêztirin’

Hemed Bişar Di dawiyê de berdevkê Saziya malbatên Şehîda a Şengalê Hemed Bişar got : “Em ji her kesekî re didin diyarkirin ku Şengal ji her demê bihêztire û îradeya gelê me ji her demê mezintire, ew hêza me heyê wek pêkhateyên Şengalê li dijî hemû plana em bisekin û rê nedin kesên ne xizmetkarên vê axê bin vegerin Şengalê. Şengal a şehîdan e û kes nikare peymana li ser axa ku me lê şehîd dane pêkbîne. Heya dawî jî emê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û çawa beriya niha me peymana 9’ê Cotmehê qebûl nekiriye ji niha şûn de jî em qebûl nakin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button