Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Newroz berxwedan û tolhildane

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê cejna Newrozê li tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir û ragihand ku wê têkoşîna wan ya ji bo azadiya Rêber Apo hîn zêdetir berfirehtir bibe. Saziyê Newrozê weke cejna berxwedan û tolhildanê binav kir.

Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê bi boneya Cejna Newrozê peyamek belavkir.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, cejna Newrozê weke cejna berxwedan û tolhildanê binav kir û wiha hate gotin; “Cejna Newrozê bi taybet ji bo Êzidiyan, nîşana berxwedan û têkoşîna dijî zilm û zordariya dagirkerane. Em vê cejnê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Em weke Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê soz didin heya pêkhatina armancên şehîdan ku avakirina civaka azad û Şengalek xwesere, emê têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin.

Em weke civaka Êzidî û malbatên şehîdan bi ramanên Rêber Apo bûne xwedî îrade û axek azad. Em xwe deyndarê Rêbertî dibînin û em dibêjin wê têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo hîn zêdetir berfireh bibe. Em ji Şengalê heya Îmraliyê silavên xwe pêşkêşî Rêbertî dikin. Cejna Newrozê di kesayeta Rêber Apo de li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz dikîn.”

rojnews-şengal

Show More
Back to top button