Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ Şoreşa Rojava silav kirin 

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava silav kirin û ev peyam dan: ‘’Di fermanê de Şoreşa Rojava xwe gihand civaka Êzidî û hêzeke mezin da me. Şoreşa Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û emê her dem piştgiriya şoreşê bikin.’’

11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ku ji hemû mirovahiyê re bibû hêviya jiyana azad, li her derê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî ev çend roj in bi daxuyanî û çalakiyên cûda Şoreşa Rojava silav dikin. Îro jî Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li Meclîsa Gel a Borik bi daxuyaniyeke hevpar Şoreşa Rojava silav kirin.

‘Şoreşa Rojava di fermanê de hêz da me’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas Şoreşa Rojava di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû gelê Kurdistanê û şehîdên 73 fermanan pîroz kir û got: “Dema ku ev şoreş pêk hat, bandora wê li ser gelê Şengalê jî çêbû. Ger ev şoreş çênebûya, di fermana 2014’an de wê civaka Êzidî bi zor û zehmetiyên mezintir re rû bi rû bimana. Şoreşa Kurd û Kurdistanê hemû bi hev ve girêdayî ne.”

‘Emê her piştgiriya Şoreşa Rojava bikin’

Li ser navê TAJÊ Caklîn Hisên jî Şoreşa Rojava li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “11 salên şoreşê temam bûn, emê her piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Salvegera fermanê jî nêzîk dibe. Şoreşa Rojava, gelê Rojava piştgiriyeke mezin dan civaka Êzidî. Di fermanê de xwe gihandin me û alîkariya me kirin. Silavên me ji gelê me yê Rojava re heye.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button