Yekitiya Êzidiyan û tevgera xwendekaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Yekitiya Êzidiyan û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Helebê tecîrda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin.

Yekitiya Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Öcalan şermezar kir. Endamê Yekitiya Êzidiyan Menan Hesen bi zimanê erebî daxuyanî li pêş navenda yekitiyê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqûsdê bi beşdariya endamên yekitî û komînan, xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker cezayên dîsplînê li dijî rêber Ocalan ji 3 mehan ve ferz kirine.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, sazî, rêxistinên hiqûqî û mirovî nexasim CPT′ê û Dadgeha Sûcên Navneteweyî ya li Lahay hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker muhasebe bikin û sînorê jê re deynin û dawî li tecrîdê bînin.

Daxuyanî bi diruşmên “bê serok jiyan nabe” û “bijî berxwedana girtîgehan” bi dawî bû.

′EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER EKIM ALANI PÊK BÎNIN′

Têkildarî mijarê û bi diruşma “Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin” Tevgera Xwendekarên Demokratîk panelek li ser tecrîdda li dijî rêber Ocalan li dar xist. Tê de bi dehan endamên tevgerê amade bûn. Panel li Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.

Di panelê de endama rêveber a tevgerê Esmehan Reşîd nirxandinên rêber Abdullah Ocalan xwendin, dûre sînevîzyonek li ser komployana navneteweyî hate pêşandan.

Dûre beşdaran nêrînên xwe li ser sedemên komployê, çawaniya pêkanîna azadiya fîzîkî pêşkêş kirin.

Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Fatme Mihemed li ser mijarê wiha got: “Sedema dîlgirtina rêbertî, di fikrê wî yê li dijî rejîmên desthilat, azadiya jinê û rizgarkirina gelê bindest de ye. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya dewletên mezin rêbertî dîl girt, da ku Kurdan di şexsê rêbertî de qir bike.”

Her wiha endama tevgerê Wehîde Mihemed wiha got: “Xwestin bi tecrîdê, destkeftiyên rêber Öcalan têk bibin. Lê bi bin ketin. Lê fikirên rêber Ocalan li cîhanê belav bûn û me ew ji xwe re rêgez girtin û di jiyana xwe ya rojane de pêk anîn.”

Endama tevgerê Ronahî Yûsif jî wiha got: “Divê em bi rêya şopandina fikir û felsefeya rêber Ocalan têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin.”

ANHA

Show More
Back to top button