Esnafên Şengalê dijî guhertina cihê bazarê nerazîne

Bi biryara Şaredariya Mûsilê bazara zebzeyan a li Şengalê hatiye xirabkirin û li cihek dan hatiye vekirin. Esnafên Şengalê diyarkirin ku ev yek bandorek nerênî li ser wan û xelkê kiriye, ji ber ku cihê nû gelek dûre.

Şaredariya Mûsilê bazara zebzeyan ku li çerxerêya Yermûk a navenda Şengalê bû, bi hêceta ku gel dikanên xwe li ser milkê hekûmetê çêkirine, bi temamî xirabkir û li şûna wê cihekî din hatiye diyakirin ku esnaf  dikarin tiştên xwe liwir bifiroşin.

Beriya niha ev cih weke bazara zebzeyan dihate naskirin û hemû xelkê Şengalê pêwîstiyên xwe ji wir peyda dikirin û ji bo esnafan jî bibû çavkaniya jiyanê. Lê piştî ku şarerdariya Mûslê ev cih xirab kir, bi biryara Şaredariya Mûslê ji aliyê Rêxitina Nadiya Mirad ve li cihekî dûr ji navenda bazarê ji bo firotina zebzeyan hatiye diyakirin.

Berpirsê Rêxistina Nadiya Mirad Selah Hesen derbarê mijarê de axivî û got: “Piştî ku cihê bazarê hat xirabkirin ku debara jiyana gelek kesan liser bû, ji aliyê rêxsitina meve Ii gor biryara ji şaredariya Mûsil û Şengalê û cihê hatiye diyakirin, me ji nûde ji bo ku esnaf karibin carekî din bazariya xwe bikin û karê wan neyê sekinandin, bana ev cih avakir.”

Li himberî vê biryara şaredariya Mûsilê esnafên Şengalê nerazîne û didin diyakirin ku ew cih hem ji bo wan û hem jî ji bo  gel jî baş bû, jiber ku li navenda bazarê debû.

Esanfê bi navê Salim da diyakirin ku ew ji bazarê hatine dûrxistin û ev cihê ku nû hatiye vekirin gelekî dûrî xelkê ye. Salim got ku bandorek mezin liser bazara wan kiriye, beriya niha ew li dewreya Yermûk bûn û bazara wan germ bû, lê niha tu kes nayê pêwîstiyên xwe nakirin , jiber ku ji nava bazarê dûre.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button