Cenazeyê Fermandar Pîr Çeko Ji Aliyê Hezaran Kes Ve Hate Oxirkirin  

Cenazeyê Fermandarê YBŞ'ê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ku duh di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, bi soza tolhildan û azadiya Êzidxanê, ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin û li ber tililiyên dayîkan spartin axê.

Duh Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî ya dewleta Tirk. YBŞ’ê diyarkir di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.

Vê sibehê cenazeyê Fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola a Şengalê ve hat birêkirin.

Piştre cenaze bi tevlîbûna sedan kesî ji mala wî hat girtin, li ber dengê def û bilûran, bi gotina qewl, beyt û qesîdan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve tê birêkirin.

‘Pîr Çeko dibistana berxwedanê bû’

Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko li ber dengê Def û bilûran ji aliyê bi deh hezaran kesî ve, tevî nûnerên partî û rêxistinên siyasî, berpirsên hêzên leşkerî û rêxistinên civakî ve, her wiha bi merasîmeka leşkerî hate oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî axivî û got: “Îro civaka Êzidî 2 fermandarên xwe 2 pêşengên xwe wenda kirin. Fermandar Pîr Çeko dibistana berxwedanê bû, şagirtê rêheval Zerdeşt bû. Wî piştî fermanê di hemû qadên şer de cihê xwe girt, ji Şengalê heya Reqayê ji bo tolhildana keç û jinên Êzidî şer kir. Tevî ku di cenga giran de birîndar bû ji erk û berpisyariyên xwe gav paş ve neavêt. Bi tecrube û cesaretê xwe gihande asta fermandariyê.”

Tîrêj Şengalî da zanîn ku Fermandar Pîr Çeko zanibû ku gefa dijmin her li ser wî ye û wiha berdewam kir: “Lê ti carî bi gefa dijmin çavê xwe netirsand, kêliyek jî nesekinî. Riya Pîr Çeko riya serkeftinê ye, riya azadiya Êzîdxanê ye.”

‘Agir Cefrî ji Barê heya Geliyê Şilo tevlî cengên giran bû’

Tîrêj Şengalî li ser kesayet û têkoşîna Agir Cefrî jî wiha axivî: “Rêhevalê me, fermandarê me Agir Cefrî, di destpêka fermanê de di korîdora mirovahiyê de cihê xwe girt. Di şerê Barê, Deriyê Şilo û gelek cengên giran de cih girt, pêşeng û fermandar bû. Rêheval Agir Cefrî bi fedekariya xwe dihat naskirin.”

Tîrêj Şengalî di dawiya axaftina xwe de soza tolhildana şehîdan da û got: “Xwedîderketina li şehîdan wê ne bi rondikên çavan be, pêwîste em xwe bihêz bikin. Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê pêwîst e em xwedî helwesteke zelal bin. Pêwîst e cihê sîxur û xwefiroşan di nav civaka Êzidî de nebe. Pêwîst e dewleta Iraqê jî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwesteke zelal be.”

‘Dijmin wê nikaribe Êzîdxanê belav bike’

Hevserokê Desteya Rêvebir Heso Brahîm jî di merasîmê de li ser têkoşîn û rastiya şehîdan wiha axivî: ”Me 2 qehremanên civaka Êzidî ji dest dan. Lê me li ser riyeke pîroz, li ser bîr û baweriya Ezdatiyê van qehremanan şehîd dan. Wexta pêşengên wiha hebin em dikarin bêjin em riya bîr û baweriya Tawîsê Melek dişopînin. Tola şehîdên me wê çi be? Tola şehîdên me xwe xurtkirin e, şopandina riya wan e. Dijmin dibêje emê pêşengan bikujin daku Êzidxan belav bibe lê em dibêjin, hunê nikaribin bi şehîdxistina fermandarekî bîr û baweriya Ezdatiyê tine bikin. Heya dilopa xwîna me ya dawî emê lim pey vê dozê bin.”

Birayê Fermandar Pîr Çeko, Ekrem Elî Bedel jî li ser navê malbatê axivî û got: “Em weke malbata Pîr Çeko soz didin heya ku em sax bin emê li pey riya van şehîdan bin, em soz didin xwîna van şehîdan li erdê nemîne. Pîr Çeko ne tenê birayê min bû, birayê hemû Êzîdxanê bû. Birayê min li pey xîreta Ezdatiyê çû, birayê min şehîd e û heya em sax bin emê li pey van şehîdan bin.”

Pîr Çeko, li kêleka Ş.Dijwar û Ş. Seîd nefret veşartin

Piştî axaftinan û merasîma leşkerî cenazeyê Şehîd Pîr Çeko li ber tililiyên dayikan, li kêleka fermandar û pêşengên civaka Êzidî, Merwan Bedel û Seîd Hesen hate veşartin.

Piştî merasîmê li ber mala şehîd a li gundê Belistên ê komalgeha Duhola, konê sersaxiyê hate vedan û li malbatê sersaxî tên qebûlkirin. Wê 3 rojan li ser hev ji bo Şehîd Pîr Çeko xêr were dayîn.

Rojnews-şengal

Show More
Back to top button